Demîrtaş: Erdogan li ber çûnê ye

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîtaş got Erdogan li ber çûnê ye, HDP bi wê potansiyele ye ku dikare ji encamên 7’ê Hezîranê bibihure.

Demîrtaş bal kişande ser girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê û got, ‘’Kêlîkên dawî ji bo kampanyaya hilbijartinê girîng in. Heta ku encamên fermî yên teqez neyên ragihandin kampanya ne qediyaye. Her kes heta kêliya dawî divê xebatên qanihkirinê, rêxistinê û ewlehiya sendoqê bike.’’

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Ajansa Mezopotamayayê (MA) re axivî. Demîrtaş zext û zordariyên ji 7’ê Hezîranê ve yên li ser HDP’ê bi bîr xist û got, li gel vê jî potanisiyeke ji ya 7’ê Hezîranê zêdetir heye, hedefa wî jî ew e ku bimîne tûra 2’yan.

ERDOGAN LI BER ÇÛNÊ YE

Demîrtaş rikberên xwe bi peyvekê da naskirin. Ji bo Muharrem Înce got, ‘’Kelecanî’’ ye. Ji bo Meral Akşener ‘’Bihêrs’’, ji bo Temel Karamollaoglu ‘’henûnî’’ ji bo Dogu Perînçek ‘’Xeyalan dibîne’’ û ji bo Recep Tayyîp Erdogan jî got, ‘’Li ber çûnê ye.’’

BERNAMEYA LIHEVKIRINÊ

Demîrtaş got heke ew bimîne tûra duyan ji bo ku bi partiyên muxalîf û namzetan re li ser hin rêgezên demokratîk li hev bikin û bi hev re rêveberiyê bikin wê teklîfekê bike û vê teklîfa we jî li ber raya giştî li ser protokolokê bide rûniştandin.

Demîrtaş li ser naveroka bernameya ku wê teklîfa wê bike çend xal rêz kirin: Di maweyeke kurt de danîna destûreke nû û vegera li pergala parlamenteriyê; rakirina Rewşa Awarte û mexdûrbûna ji ber BHQ’ê; Li hundir û derve pêkanîna polîtîkayên çareseriyê yên li ser aştiyê; Li girtîgehan ji bo yên ku bi neheqî têne girtin avêtina gavan; Gavên ji bo pêkanîna daraza serbixwe; Mîsogerkirina azadiya raman, xwepêşandan, rêxistin û çapemeniyê; Avakirina aboriya hilberîner; pêkanîna wehdên li ser polîtîkayên perwerde û tenduristiyê; Avakirina kabîneyê ku bi kêmanî nîvê wê jin bin.

NE EFÛ LÊ JI BO SIYASETMEDARAN GAVÊN NÛ

Demîrtaş li ser mijara efûyê got ev ê ne rast be, ‘efû ji bo sûcdaran e’’ lê ji bo siyasetmedaran gavên nû û dadmend dikarin werin avêtin.

EW Ê DESTEKÊ BIDIN NÊZÎKATIYA RÊGEZÎ

Demîrtaş li ser pirsa heke ew nemîne tûra duyan wê partiya wan destekê bide namzetên muxalefetê, Demîrtaş got ew ê li nêzîkatiya rêgezî binerin, destekê nedin navan lê bidin li nêzîkatiya rêzegî, lê ji bo namzetan helbet wê destekê bidin.

ERDOGAN Û ÇÎLLER TAYEK JI HEV NEBERDANE, WÊ AQÛBETA WAN A SIYASÎ JÎ YEK BE

Demîrtaş li ser tevlêbûna Tansû Çîller ya mîtînga AKP’ê got, ‘’Me digot wê dawiya Erdogan jî weke Çîller be. Tayek ji hev neberdane. Hindik maye ku aqûbeta wî ya siyasî jî bişibe ya Çîller. Tê gotin, hemû kujer rojekê teqez diçine cihê ku kuştin lê kirin, niha pir normal e ku hemû li dora AKP’ê bigihin hev.’’

DIXWAZIM BAWERIYA ‘EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIGUHERÎNIN’ BIGUHERIM

Demîrtaş li ser pirsa gotina ‘wêrekî têgerîn e’, wêrekî geriyaye yan na, got,’’Belê tê geriyaye, guherînê dest pê kir û didome. Kesek jî wê nikaribe bi rehetî rawestîne.

Her wiha li ser pirsa ji gotina ‘Bi te re diguhere’ mebest çiye jî Demîrtşa got, ‘’Mînak ez dixwazim baweweriya ‘em tiştekî nikarin biguherin’ biguherînim. Piştre li nav partiyê guherîneke rastî ya demokratîk, sazûmaniyeke demokratîk dibêjim divê hebe. Her wiha dixwazim pergal, rejim biguhere, ji bo ku biçe ser demokrasiyê jî têkoşîn wê encamgir û xwedî wate be. Ango guherîn pêşî divê ji me dest pê bike.’’

TÊKOŞÎN WÊ DOMDAR BE

Demîrtaş li ser pirsa, ‘‘ku ji sendoqê ‘statûko’ derkeve wê çi bibe?’’ got, ‘’wê têkoşîn bidome’’

HEKE HDP BENDÊ DERBAS BIKE, EV TÛRA DUYAN DI BERJEWENDIYA MUXALEFETÊ DE YE

Demîrtaş li ser talimata Erdogan a ‘’Nehêlin HDP bendê derbas bike’’ û heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin jî got, ‘’Heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin, AKP bi kêmanî wê dest li ser 70 parlamenterî deyne û krîzeke giran a nerewabûnê wê çêbibe. Heke HDP bendê derbas bibe AKP-MHP wê li Meclîsê ne xwedî kursiyên herî zêde bin û alternatîfek derkeve holê. Ev encam jî, di tûra duyan de ya dengdana Serokkomariyê de wê di berjewendiya muxalefetê de be.’’

HETA KÊLÎKA DAWÎ XEBAT

Demîrtaş herî dawî got, ‘’Kêlîkên dawî ji bo kampanyaya hilbijartinê girîng in. Heta ku encamên fermî yên teqez neyên ragihandin kampanya ne qediyaye. Her kes heta kêliya dawî divê xebatên qanihkirinê, rêxistinê û ewlehiya sendoqê bike.’’