Demîrtaş: Em ti carî teslîmî faşizmê nabin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di Newroza li Dêrsimê ku hikûmeta AKP'ê qedexe kiribû de xwest hemû gel zanibe ew bi gefan ti carî netirsiyan û natirsin.

Li Dêrsimê li gel qedexeya walîtiyê bi hezaran kes li Qada Seyit Riza kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyigit û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan axaftin kirin. Bi hezaran kesên li qada Seyid Riza kom bûn û beşdarî Newrozê bûn, bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de destpêkê Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît derket ser dikê û hevalên Seyid Riza silav kir. Koçyigît, anî ziman ku gelê Dêrsim, li gel hemû komkujî û politikayên înkarê dîsa têkoşîna xwe mezin dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê jibo berjewendiyên xwe yên şexsî Tirkiyeyê dibe zinar. Serokomar her kesi wekî terorîst îlan dike. Dixwaze bi girtin û kuştinê kesên aştiyê dixwazin bêdeng bikin. Duh jî em netirsiyan û îro jî em natirsin. Wekî Farqin, Sûr, Nisêbîn û Cizîrê em ê li dijî tank û topên we şer bikin. Ferman yên padişahan be çiya jî yên me ne." 

GURKAN: WE DUH EM TÊK NEBIRIN, SIBÊ JÎ HÛN NIKARIN ME TÊK BIBIN

Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî piştî pîrozbahiyên Mazgirt û Pilurê derbasî Dêrsimê bû û Newroza Hezaran pîroz kir. Gurkan, anî ziman ku bi qedexeya Newrozê dixwazin vîna gel jî tune bikin. Gurkan, helwesta Serokomar Erdogan jî rexne kir û da zanîn ku Erdogan dixwaze dîktatoriya xwe zexm bike. Gurkan, bilêv kir ku ji 8'ê Adarê heta 1'ê Gulanê û ji 1'ê Gulane heta Newrozê wê tekoşîna xwe bi hevve girê bidin û xurt bikin. Gurkan, anî ziman ku ew duh têk neçûn îro jî têk naçin û wê sibê jî têk neçin. 

DEMÎRTAŞ: DÎROKA NEWROZÊ JI NÛVE TÊ NIVÎSANDIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş jî derket pêşberî hezaran û wiha got: "Herî zêde gelê Dêrsimê hîs dikin ku em di pêvajoyek çiqas dijwar re derbas dibin. Ev Newrozek dîrokî ye. Di vê Newrozê de dîrok ji nûve tê nivîsandin. Yên bindest wê bi berxwedanê dîroka xwe binivîsin. Ez hemû gelê me yên li dijî zilm û zordariya AKP'ê tê dikoşin silav dikim. Ji ber ku em dixwazin li ser axa xwe bi ziman, çand, nasname û cewherê xwe yê heqîqî bijîn em rastî felaketê tên. Newroza 2013-14-15'an ji bo Tirkiyeyê pêvajoyek nû ye. " 

Demîrtaş, anî ziman ku ger AKP li ser soza xwe sekinîbûya wê zagon bihatina guhertin û gavên demokrasiyê pêş ketibûna. Demîrtaş, bilêv kir ku di hevdîtinên li Îmraliyê de hatibûn xala dawî û wê êdî dest bi muzakereyan bikirana û wiha got: "Ger ku muzakere bihatina kirin wê Tirkiye têketa rêya demokrasiyê. Em nikarin ji ziman, çand, nasname bîrdozî û baweriyên xwe tawîzan bidin. Newroza 2016'an qedexe kir. Dema diyalog hebû 30 qanalên televîzyonan peyama Ocalan zindî diweşand. Lê Newroza îsal hat qedexekirin û nameya Ocalan wê neyê weşandin. Ji sedî 99'ê gel dixwazin bi girseyî Newrozê pîroz bikin. 
Lê çima Walî Newrozan qedexe dikin.? Ji ber ku li vîna gel guhdar nakin." 

GEL WEKÎ DIJMIN NAYÊ ÎLANKIRIN

Demîrtaş destnîşan kir ku Serokomar Erdogan bi gotina xwe ya dijmin û refên xwe diyar bikin dixwaze Tirkiye bike du perçe û wiha berdewam kir: "Gelê welatekî nabin dijminên hev. Bi tu awayî hikûmet û rêveberên vî welatî nikarin gelan bikin dijminên hev. Divê gelê Tirkiyeyê biryara xwe bide. Erdogan kê dijmin îlan dike. 

Li gorî Erdogan kesên serî li hemberî wî danînin ew dijmin in. Divê gotinên Erdogan baş bên watedarkirin. Hiqûqa dijminantiyê çiye. 

ALÎGIRÊ TERORÊ AKP BI XWE YE

Demîrtaş, destnîşan kir ku AKP dibêje bawerî çi dibe bila bibe yên serî danine tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Artêşa tecawizkar DAİŞ, talan dike wêran dike. Yên serî danîne tune dike. Yên li hemberî DAIŞ'ê serî hilde serê wî diçe. Niha yê artêşa DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şamê diparêze û piştgiriyê dide AKP bi xwe ye. 

Hêzên faşist ji bo înkar û îmhayê li dora Sarayê dibin yek. Li dijî min û te tev dibin yek. Lê divê em jî yekîtiya xwe xurt bikin. Divê hemû kesên bindest bi ruhê şoreşger û têkoşinê li hev kom bibin û li dijî faşizmê têbikoşin. Dîrok ji nûve tê nivîsandin. Zarokên me wê diroka îro di pirtûkan de bixwînin. Ger ku em li hemberî zilmê serî bitewînin, wê zarokên me çi hîs bikin. Divê em pêşerojek azad mîrateya zaroken xwe berdin. Em li dijî zilmê netirsiyan, natirsin û em wê netirsin. Em çiqas bedel bidin em wê bidin, lê divê em êdî bi ser bikevin. Hemû endam û rêveberên HDP'ê di şexsê me de yek bi yek hedef tên girtin. Dixwazin me di nava parlamentoyê de winda bikin. Hemû dewlet qirêj in. Di hemû dewletan de kontra hene. Hikûmet jî komek faşist a di emrê wan de ye. Dema cihe wê wê tê li Cizîr, Silopya û sûrê komkujiyê pêk tînin. Mirovan qetil dikin û bi saxî dişewitînin. Dixwazin bi van komkujiyan hemû kesan têxin bin fermana xwe û serî bitewinin." 

BILA HEMÛ HEVAL Û HOGIRÊN ME ZANIBIN...

Demîrtaş, herî dawî xwest hemû gelê Kurd û hevalên wan baş zanibin ku wan tu carî serî netewand û wê ti carî li hemberî faşîzmê seri netewînin. 
Em ne bi girtinê û ne jî bi kuştinê ti carî teslîmî faşîzmê nabûn û wê li gel hevalên xwe heta dawî li ber xwe bidin. 

Pîrozbahiya Newrozê bi siloganan bi dawî bû.