Demîrtaş: Em qebûl nakin parlementerên me di bin gûmanê de bihêlin

Demîrtaş: Em qebûl nakin parlementerên me di bin gûmanê de bihêlin

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş got, “Girtekên Îmraliyê ji aliyê tu parlementerên me ve nehatiye belavkirin, em ticarî qebûl nakin parlementerên me di bin gûmanê de bihêlin.”

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş têkildarî girtekên hevdîtina li Îmraliyê li ser hesaba xwe ya twîtterê ya tora civakî daxuyaniyek da. Demîrtaş  got; “Girtekên Îmraliyê ji aliyê tu parlementerên me ve nehatiye belavkirin, em ticarî qebûl nakin parlementerên me di bin gûmanê de bihêlin. Di vê mijarê me de lêpirsînek dabû destpêkirin, em gihan dawiya lêpirsînê, herî dereng em dê hinek encaman bi rayagiştî re parve bikîn.”