NÛ BÛ

Demîrtaş: Em kampanya li dijî darbeyê 'NA' didin destpêkirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî deklarasyona HDK, KCD û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî hewldana darbe û tasfiyeyê hat eşkerekirin, daxuyaniyek da.

Demîrtaş diyar kir, wan kampanya li dijî darbeya AKP/Qesrê 'NA' dane destpêkirin û got, "Ev yek wê ji bo siberoja Tirkiyeyê xêr be."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî deklarasyona HDK, KCD û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî hewldana darbe û tasfiyeyê hat eşkerekirin, daxuyaniyek da.

Demîrtaş, diyar kir ku 252 saziyên civakî îmzeya xwe danîne binê deklarasyonê û got: "Fikara me tevan yek e. Ji 7'ê Hezîranê heta niha darbeya Qesrê didome. Hêza ku vê darbeyê rawestîn ev hêza li pişt vê deklarasyonê ye. Em bi gelê xwe bawer in. Li Tirkiyê di bin navê serokdewletî û yek mirovî de pergala dîktatoriyê xistine meriyetê. Em ê ji vê pergalê re bêjin na. Em bi têkoşîna vê hêza bêje "Na" hene. 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku li Meclîsê darbeyek pêk tê û wan li dijî vê darbeya kampanya "Li dijî darbeya li hemberî meclîsê 'Na' dane destpêkirin. Demîrtaş, anî ziman ku ev deklerasyona îro li dijî dîktatoriya darbeyê na ye û wiha got: "Ev kampanya wê bi meclîsê bi sînor nemîne. Ev kampanyaya deklerasyona 'Na' wê li hemû Tirkiyeyê belav bibe." Demîrtaş, anî ziman ku hêj darbe xelas nebûye û hikûmet ne xwedî vîn e ku bi serê xwe der barê xwe de biryarê bistîne û wiha got: "Yê rê li ber 'ê Serokê Giştî yê AKP'ê, wezîr, daraz, rêveberê rojnameyan, nivîskar kî be" vedike Serokwezîr Ahmet Davutoglu ye. Davutoglu li vîna xwe xwedi derneket. Davutoglu wê wekô kesê "Kujer û şerût" têkeve rûpelên dîrokê" 

Demîrtaş, anî ziman ku êrîşên li dijî HDP û DBP'ê pêk tên perçeyekî darbeyê ye û wiha got: "Her dem gava ku davêje, gavên darbeyê ne. Her kes di vê ferqê de ye. Her kes dizane gavên tên avêtin ji bo xwe bike mirovê tenê. Ev hêza me wê bibe tirsa wî. Ew Zatê Qesrê vê yekê baş dizane. Hemû astengiyên li pêş xwe rakirin, lê tenê nikare me ji pêş xwe rake. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî me zêde dike. Ev hêza rastî êrîşan tê, hêza kesên ji pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê bawer dikin. Em ê rojên tarî yên li pêş Tirkiyeyê bi vê hêza hevpar a li vir ronî bikin. Em ê bi hev re bibînin ku wê destnedan bên rakirin. Lê dîsa em bang li kesên ku ji darbeyê re bêjin na dikin û dibêjin: Ev mesele ne meseleya me ya şexsî ye. AKP ji bo parastina vê darbeyê 2 partiyên muxalîf jî kirine şirîkê xwe. Li şûna partiyên muxalif vê rastiyê fam bikin dibin tezgahê wan."

Demîrtaş, anî ziman ku ew bi baweriya kesên bêjin "Erê" negêje 330 kesan û ji ber vê yekê vê kampanya 'Na' didin destpêkirin. Demîrtaş, bilêv kir ku ev kampanya 'Na' tenê bi meclîsê bi sînor namîne û wê li hemû Tirkiyeyê belav bike. 

Demîrtaş bilêv kir ku darbeya Qesrê hêj didome û bi hewldana wan ev darbe bi ser neketiye. Demîrtaş, destnîşan kir ku AKP tu tiştî bi serê xwe nikarin pêk bînin û hemû fermanê ji qesrê distînin û wiha berdewam kir: "Davutoglu wê di dîroka siyasetê de wekî kesê kujer û şerûd têkeve rûpelên dîrokê. Niha mîadê wî tije bûye. Wer xuya ye ku Davutoglu ji sedî 99.9 ferman pêk anîye, lê vê yekê têr nekiriye. Me gelek caran Serokwezîr hişyar kir û me got bibin xwedî vîn. Me got em vê darbeyê bi hevre rawestînin. Me got em pirsgirêkan bi muzakereyan çareser bikin. 

Her çend li gorî destûra bingehîn Serokkomar dikare Serokwezîr hilbijêre jî, lê nikare serokê partiyekê hilbijêre. Li gel ku ev rayeya destûra bingehîn di destê Serokkomar de tine ye jî dîsa vê zagonê binpê dike û dixwaze serokê partiyê diyar bike. Davutoglu, gotibû gel wê pêşeroja vî welatî diyar bike. Lê bila bêje kî pêşeroja vî welatî diyar dike. Ev pêkanîn bi xwe darbe ye. Ev dîktatorî ye." 

Demîrtaş herî dawî destnîşan kir ku yê destnedan anî rojevê Erdogan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê destnedan anî rojeva meclîsê ew zat bi xwe bû. Yê xwest wekîl bên darizandin ew zat bi xwe ye. Niha li Tirkiyeyê 78 mîlyon mirov hene û niviyê nifûsê dixwaze ev zat biçe. Ev deklerasyon wê rê li ber serketinê veke. Zêdeyî 30 hevşaredar girtî ne û ji peyvirê hatine girtin. Lê dîsa tecrûbeya me ya têkoşê têra xwe heye. Em di pêşengiya HDK û KCD'ê de bêjin 'Ji darbeyê re na" 'Ji Dîktatoruyê re na". Rojên pêş wê rojên dîrokî bin. Dibe ku her wext hilbijartina pêşwext bê rojevê. Ji ber vê yekê em bi hev re li dijî vê darbeyê helwestek xurt nîşan bidin."