Demîrtaş: Em ê xeta azadiyê bi ser bixînin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş peyamek şand ji 8. Civata Giştî ya HDK'ê re û got, "Em ê faşîzmê hûrhûrî bikin û xeta azadiyê bi ser bixînin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyamek ji 8. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re şand.

Demîrtaş di destpêka peyama xwe de bi kêfxweşî ji dil Civata Giştî ya HDK'ê silav kir û anî ziman ku ne tenê li Tirkiyeyê, di serî de Rojhilata Navîn li hemû herêmên ku zext, zilm û faşîzm lê heye, têkoşîna rizgarî û çareseriya dîrokî ya gelên bindest dewam dike.

Demîrtaş da xuyakirin ku tecrûbeyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Rojava, mîrateya berxwedana dîrokî gihandine asteke şoreşê ku dikare ji mirovahiyê re bibe modelek.

Demîrtaş got, "Eger destketiyên gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi fedakarî, ked û berdêlên mezin hatine afirandin veneguherîne serketineke mayinde, di vir de berpirsyariya herî mezin li ser milê yên bi îdîaya pêşengiya gelan radibin e. Wezîfeya exlaqî û berpirsyariya dîrokî ya hemû hêzên me yên pêşeng e ku vê mîrateya mezin a têkoşînê bi rêxistinbûneke rast, bi gotineke rast û bi rêbazeke rast a çalakiyê bi ser bixînin."

Demîrtaş destnîşan kir ku Kongreya Demokratîk a Gelan rêxistineke demokrasiyê û têkoşînê ya girîng e ku bi vê îdîaya pêşengiya vê rastiyê dest bi têkoşînê kiriye û wiha dewam kir: "Ji bo ev mîrateya mezin a dîrokî bi ser bikeve, divê zîhniyeta yek partiyê, yek lîderî ya jî yek şexsî ji holê bê rakirin. Ya bingehîn û sereke ew e ku ji gundan heta kolanan, ji taxan heta bajarokan, ji bajêr heta asta neteweyî, ji febrîqeyan heta kargehan, ji nava zeviyan heta zanîngehan li her derê bi meclîsên gel, xwerêxistinî bê afirandin. Ya ku em jê re xwerêvebirina gel dibêjin jî ev bi xwe ye.

Xwerêveberî şaredarî nîne, partîkarî nîne, rêxistiniya civaka sivîl jî nîne. Ev hemû tenê parçeyek ji xwerêveberiya gel in.

KCD li Kurdistanê, HDK jî li gelemperiay Tirkiyeyê bi rêya meclîsên xwe neçar e ku bibin rêxistina têkoşîna bingehîn û hêza demokrasiyê.

Em weke HDP ku ji nava Kongreya Demokratîk a Gelan derketine û bûne partiya wê, neçar in ku weke wezîfeya xwe ya herî girîng nêzî rêxistinbûna bingeha KCD û HDK'ê bibin. Girîng e em hemû beşên civakê bi rengê meclîsan bi rêxistin bikin, piştevanî û koordîneyê di navbera wan de biafirînin. Ev yek ji bo demokrasiyê nebe nabe.

Nabe ku em meclîsên gel tenê weke rêxistineke têkoşînê binirxînin. Rola bingehîn a meclîsan ew e ku li herêma xwe bibe xwedî gotin, hêza biryarê û çalakiyê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ew bawer e wê di Civata Giştî ya HDK'ê de kêmasî ji holê bên rakirin û civata giştî wê bibe wesîleya sedemeke xurt a pêngavan.

Demîrtaş got, "Bi bîr û baweriya ku em ê faşîzmê hûrhûrî bikin û xeta azadiyê bi ser bixînin, we hemûyan silav dikim, silav û hurmeta xwe pêşkêşî we hemû hevrêyên li civata giştî ne, dikim."