Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, duh (7'ê Kanûnê-Çarşem) ji HDP'yiyanr e nameyek şand.
Nameya Demîrtaş bi vî rengî ye:
"Hevalên hêja,
Di vê têkoşîna siyasî ya zehmet de, ku em bi hev re dimeşînin, ji neçarî me cih guhert. Lê belê biryardariya me ya ji bo têkoşînê, moral û coşa me ji her demê bilindtir e. Dixwazim hûn ji dil ji vê yekê bawer bikin.
HDP ji bo hemû gelên Tirkiyeyê çavkaniya yekane ya hêviyê ye. Ji bo azadî û aştiyê, pêwîstiya gel a bi me, ya me bi gel, û dilsoziya me ya bi hev re, hesteke mezin e ku di nava çar dîwaran de nikare bê girtin.
Sekna bêteredût a hemû hevrêyên min ji bo bicihanîna erk û wezîfeyên xwe yên dîrokî, çavkaniya min a moralê ye.
Divê were zanîn, ev rewşa dîlgirtinê wê demeke dirêj dewam neke. Li vê derê, bi rengekî li derveyî hiqûqê me rehîn digirin. Bersiva mey a herî mezin a li vê zîhniyeta siyasî ya hewl dide me rehîn bigire, wê mezinkirina HDP'ê be.
Ez ji we hemûyan bawer dikim. Pê piştrast bin; em ê bi hev re mohra xwe bavêjin binê serketinên mezin.
Em baş in û bi moral in. Hûn jî bi vî rengî bin. Bi dostanî, silavên xwe ji dil ji hemû hevalên xwe yên xebatê re dişînim."