Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş derbarê ji parlamenteriyê xistina Parlamanter Sêrtê ya HDP’ê Besîme Konca daxuyaniyek şand.
Demîrtaş wiha got:
"Êrîşên bê perwa yên koalîsyona AKP-MHP’ê yên bi ser hilbijartiyên gel de, kirinên wiha ne ku tenê di rêveberiyên faşîst de mirov li rasta van cure kirinan tê. Piştî Hevseroka me ya Giştî Rêzdar Yuksekdag ji parlamenteriyê xistina parlamenterên me Nursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer û rêzdar Besîm Kocan, mînakên dawî yên zordariyê ne ku ti têkiliya xwe bi hiqûqê û etîka siyasî re nîn e.
Desteserkirina ji 80’î zêdetir şaredariyan, desteserî û êrîşeke hêwilnak e ya bi ser vîna gel de. Me ev operasyonên tasfiyeyê yên bi ser partiya me de, yên xwedêgiravî bi mebesta têkildarî bi ‘terorê’ dikin, bi berxwedanê pûç kir û ji niha û pê de jî em ê di nav vê çarçoweyê de berxwedaniya xwe bidomînin.
Heke rast AKP têkiliyeke bi terorê re digere bila li koma Meclîsa xwe, li şaredarên xwe û li rêveberiyên xwe yên partiyê binere. Heke hin serdozgerên komarê hin parlamenterên AKP’ê, wezîr û rêveberên payebilind ên di lîsteya bylockê de vedişirin, diparêzin, divê were zanîn ku dibine hevkarê vî sûcî û siberojê jî ji ber vê bi teqezî wê hesab li ber darazê bidin. Gelê me wê wan organên darazê ji bîr neke ku dema babet HDP be li ser serê me dibine baz û dema ku babet AKP be bi carekê re dibin kîvroşk.
Helwesta û têkoşîna rêzdar Besîme Konca hêzê û rûmetê dide me. Ez vê êrîşa dijhiqûqî ya ku di şexsê Konca de li dijî vîna jinê û gel tê kirin şermezar dikim, slav û hezkirinên xwe ji Xanima Besîme û hemû hevalên xw re dişînim û em diyar dikin ku em bi wan re ne."