Demîrtaş: Eger mîsyona HDP'ê baş were vegotin, wê pirsgirêka bendê ji holê rabe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê, di axaftina xwe ya li serdana dê û bavê xwe de diyar kir ku eleqeya ji bo HDP'ê zêde bûye û destnîşan kir ku AKP jî serberjêr bûye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê, di axaftina xwe ya li serdana dê û bavê xwe de diyar kir ku eleqeya ji bo HDP'ê zêde bûye û destnîşan kir ku AKP jî serberjêr bûye. Demîrtaş got, "HDP ji xwe ev demeke bi polîtîka û gotina xwe re hêvî û coşeke mezin afirandiye. Bi pêşveçûna kampanya me ya hilbijartinê re, em ê vê li qadan bibînin."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya xebatên hilbijartinê yên 7’ê Hezîranê, çû serdana dê û bavê xwe yên li navçeya Amed Peyasê dijîn. Demîrtaş di axaftina ku li vir kir de got: "Ev demek dirêj bûm ez nehatibûm serdana dê û bavê xwe. Min duaya wan ya bi xêr girt. Înşalah piştî hemû duayên dê û bavan em ê bi ser bikevin."

EM SIBEHÊ DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIKIN

Demîrtaş da xuyakirin ku sibehê bi civîna danasîna namzetan a li Enqereyê re ew ê dest bi xebatan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hedef dikin ku biçin 81 navend û gelek navçeyan.  Dema me bi sînore. Tirkiye erdnîgariyek mezine û gelek herêmên hilbijartinê hene.  Ji ber vê dibe ku em bikevin zorê. Lê wek hedef em hewl didin li her derê bernameyekê plan bikin.”

EM REAKSIYONÊN ERÊNÎ DIGIRIN

Demîrtaş têkildarî pirsa wê lîsteya namzetan li rojavayê Tirkiyeyê çawa bê nirxandin, jî wiha got: “HDP partiya hevpar a welate.  Li Edîrneyê jî namzetên me yên wir temsîl dikin hene. Li Îzmîr, Trabzon, Colemêrg, Wan û Amedê jî namzetên me yên temsîl bikin hene.  Li her derê namzetên ku Tirkiyeyê dihundirînin hene. Ji ber vê jî namzetên me yên Rojavayê welat jî bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. HDP ev demek dirêje bi gotin û polîtîkayên xwe hêvî û kelecan afirandiye. Her ku kampanyaya me ya hilbijartinê pêş bikeve emê vê bibînin. Me li Rojava reaksiyonên gelek erênî dîtin.  Kesên berê dengên xwe didan partiyên din, li her derê ku me dibînin piştgiriyê didin me.  Ev wê vegere çiqas dengî emê di 7’ê Hezîranê de bibînin. Emê beyî hêviya gelê xwe vala derxînin, wê serketinê diyariyê hemû Tirkiyeyê bikin.”

'AKP SERBERJÊR E, EM LI BER DERBASKIRINA BENDÊ NE'

Demîrtaş ji bo pirsa li ser benda hilbijartinê de got, "Em dibînin ku AKP bi awayekî cidî qels dibe, serberjêr bûye. AKP li ser sînorê ketina ji desthilatdariyê ji hikûmetê ye, em jî li ber derbaskirina bendê ne. Dema em zêde dibin, AKP kêm dibe û îdîaya avakirina hikûmetê bi tena serê xwe winda dike. Eger ev desteka ji bo me bi vî rengî dewam bike û em jî polîtîkayek hêjayî gelê xwe nîşan bidin, eger mîsyona HDP'ê baş were vegotin, bi dîtina min wê pirsgirêka bendê ji holê rabe."

Demîrtaş bal kişand ser hilbijartina namzetan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Feraseteke me ya jêbirina parlamenterên me nîne. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ne li gorî kevneşopiya me ye. Dema mirov lîsteyek dikare bersivê bide bendewariyên partî û gel derdixîne, mirov neçare tercîhekê bike. Mirov neçare ji nava hezaran serlêdanan 550 namzetan destnîşan bikin. Gelek bernamzetên me hebûn. Ji bo me ev yek şenseke mezin e. Ez ji hemû hevalên ji bo namzetiyê serlêdan kirin re spasiyên xwe pêşkêş dikim."

'BI DEH HEZARAN MIROV JI WELATÊ XWE DÛR IN'

Demîrtaş ji bo pirsa li ser kekê xwe Nûrettîn Demîrtaş ê di wêneyê malbatê de cih negirt got, "Ew Hevserokê DTP'ê bû. Li vî welatî belasebep 15 salan di girtîgehê de hat ragirtin. Nîvê emrê xwe di girtîgehê de derbas kir. Xwest bikeve nava siyaseta demokratîk, ket nava partiyê û bû rêveber. Lê belê dewlet û hikûmetê bi ti awayî xwe li wî ranegirt. Bi zexta dadgeriyê re hiştin ku ew nikaribe siyasetê bike. Ji ber axaftinên xwe, bi awayekî neheq ceza lê hat birîn. Bi daxwaza cezakirina bi sedan salan, hat darizandin. Lewma wî nexwest careke din salên xwe di girtîgehê de derbas bike. Niha li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê dijî. Ne tenê ew, niha bi deh hezaran mirov li deverên cuda yên cîhanê neçar mane li sirgûniyê bijîn. Her yek ji wan ji bo min birîneke, xemgîniyeke. Bi deh hezaran mirov bi vî rengî, bi tenê ji ber nêrînên xwe nikarin vegerin. Eger em di 7'ê Hezîranê de encameke baş derxînin holê, em ê ji bo çareseriya van mijaran însiyatîfê bigirin ser milê xwe."