Demîrtaş: Divê heyet demildest biçe Îmraliyê

Demîrtaş di hatina xwe ya Navenda Giştî ya HDP’ê de pirsên rojnamegeran bersivand, diyar kir divê heyet demildest biçe Îmraliyê û got: “Divê pêvajo ji cihê ku maye berdewam bike.”

Demîrtaş di hatina xwe ya Navenda Giştî ya HDP’ê de pirsên rojnamegeran bersivand, diyar kir divê heyet demildest biçe Îmraliyê û got: “Divê pêvajo ji cihê ku maye berdewam bike.”

Demîrtaş li ser daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan a têkildarî pêvajoya çareseriyê de got: “Divê prîm ji bo nêzîkatiyên ku pêvajoya çareseriyê tine dike, neyê dayîn. Civaka Tirkiyeyê ji me çareseriyê dipê. Ez hêvî dikim ku hemû kes bi hestiyar tevbigerin.”

Demîrtaş da xuyakirin ku Heyeta Pêvajoya Çareseriyê divê demildest biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha berdewam kir: “Pêvajo ji cihê ku maye divê berdewam bike û ev gelek girîng e. Ev berpirsyariyeke ku tenê li HDP’ê bê barkirin, nîne. Em bêguman amade ne ku berpirsyariyên xwe bînin cih. Lê em dixwazin partiyên din jî bi heman cidiyetê nêz bibin. Hemû Tirkiye vê dipê.”

Demîrtaş li ser pirsa ‘Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê û bi şertên weke destûra bingehîn a demokratîk, hûn ê piştgiriyê bidin hikûmeta AKP’ê’ jî wiha got: “Me şert nedaye pêş. Desteyên rêveber ên partiya me encam nirxandin. Me îfade kiribû ku em bi AKP’ê re nakevin koalîsyonê. Em di heman nuqteyê de ne.”

Li ser pirsa rojnamegerekî ya  ‘Yalçin Akdogan got madem ji sedî 13 deng girtine, bila bang li PKK’ê bikin ku çekan deyne’ jî wiha bersiv da: “Ji bo aştiyeke mayînde em xwedî derfetên xurtir in. Siyaseta demokratîk xurt bûye. Bila AKP dest ji talîmatan berde. Yên li çiyê kî ne, yên li deştê kî ne? Em hemû welatiyên xwedî mafê wekhev in. Desthilatdarî windakirin, li qesran xwe vedişêrin. Ti wateya vê tine.”

Demîrtaş di mijara ‘dengên emanet’ de jî wiha got: “Di dema xebatên hilbijartinê de piranî kesan gotin hûn ji partiyek dinin lê em ê di vê hilbijartinê de dengên xwe bidin we. Em ê jî li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin.”