Demîrtaş bi Serokê PE’yê Schulz re hevdîtin kir

Serokê Parlamenta Ewropayê Schulz ku ji bo hin hevdîtinên fermî hat Tirkiyeyê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schulz re li Meclîsê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de tê payîn ku bûyer û pêşketinên li Tirkiye û herêmê, ewlehiya hilbijartinê, endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û pirsgirêkên rêveberiyê ya Tirkiyeyê bên nirxandin.

Hat hînbûn ku wê Schulz di çarçoveya serdana xwe de bi wezîrê YE û sermuzakerevan Volkan Bozkir, wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, serokwezîr Ahmet Davutoglu, serokkomar Recep T. Erdogan û serokê Meclisê Cemîl Çîçek re hevdîtinê bike. 

Hat hînbûn ku Schulz di roja duyemî ya serdana xwe de wê bi Waliyê Kîlîsê Sulyeman Tapsiz, Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya û şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn re hevdîtinê bike û piştre jî wê li balafirgeha Dîlokê Oguzelî daxuyaniyekê bide.