Demîrtaş: Berxwedana li dijî faşîzmê bi rêxistinbûnê pêkan e

Demîrtaş ji Kongreya DBP'ê re peyam şand û got: "Li dijî faşîzmê li her qadê geşkirina berxwedanê bi rêxistinbûna girseyên mezin ê gel pêkan e.''

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo Kongreya Asayî ya 4. a DBP'ê peyamek şand. Demîrtaş di peyama xwe de got, "Li dijî faşîzmê li her qadê geşkirina berxwedanê bi girseyên gel ê rêxistinbûyî pêkan e. Eger em dixwazin rêxistinbûyina serdemê veguherînin rabûnekê ev tenê bi tijebûna perwerdehî û îdeolojîk pêkan e.''

Kongreya 4. a Asayî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi civaka azad ve' dest pê kirî bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Ji bo hevseroktiya Dîwanê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevşaredara Şaredariya Îdirê Mûrat Yîgît û diya Mehmet Yavuzel Xanim Yavûzel, Hevseroka Şaredariya Silopya Emîne Esmer û endama Meclîsa Partiyê Huseyîn Altûn hatin hilbijartin.

Destpêk Guven axivî û got: "Xebatên DBP'ê ji nêz ve têne şopandin. Ji ber ku ev partî bi rastî jî partiya gel e. Ji bo vê jî dewlet ev çend tund bi ser de hat. Ji bo vê jî gelek endamên wê hatin kuştin, rehîn hatin girtin. Niha hevseroka partiya me Sebahat Tuncel hatiye girtin. Em slavên xwe jê re dişînin. Dîsa ev 18 sal in Birêz Ocalan li Imraliyê li dijî tecrîda girankirî li ber xwe dide.''

Guven diyar kir, ku DBP berpirs e ku li pêşberî geşedanên li Kurdistanê gel birêxistin bike, li berxwedana heyî xwedî derbikeve û bi domdarî got: "Dema ku ev kir sîstemê ew qeloço kirin (komkujî) û operasyonên qirkirina siyasî kirin. Partiyeke wiha bû ku bi qeyûman şaredarî desteser kirin, hevserok hatin girtin û tim êrîş bi ser de birin. Sedema wê jî ew bû ku bi rastî jî bend dikir. Sedema wê ew bû ku  li Kurdistanê bi gel re bû û rêxistinbûn dabû ber xwe. Sedem sernetewandin û rajêrnebûn bû. Li gel her tiştî jî hevalên me yên ku di DBP'ê de siyasetê dikin bi çoşiyeke mezin ev ala heta bi îro anîn. Rêya me dirêj û dijwar e. Em pê dizanin ku ev rê giran e. Jixwe hevalên me bi vê hişmendiyê rabûn.

Piştî ragihandina xwerêveberiyê şer hate ragihandin. Rêveberên DBP'ê hatin kuştin. Em baş bi vê nêzîkatiya dewletê dizanin. Digotin di dema sazkarbûna palana têkşikandinê de heke rêveberî jî were girtin wê nikaribin meşa xwe bidomînin. Lê ev partiya gel e. Ji bo vê jî kesek nikare gel bigire. Ji bo vê jî ku em ne li vir bin jî tekane partî ye ku wê li ser piyan bimîne.

Ev partî partiyeke wiha ye ku dikarin bi hezaran partî û rêveberan ji xwe derbixîne. Saziyên jinan ê li şaredariyan û nirxên Kurdan tine dikin. Ên ku Ugur Kaymaz bi 13 guleyan kuştin û komkujiya Roboskê pêk anîn dizanin ku wê li dadgehên navnetewî werin darizandin. Dewletê sûc kiriye. Ji bo ku vê ji holê rakin êrîşê bi ser van nirxand de dibin. Lê  ew ê ji darizandinê xilas nebin. Ev qeloço (komkujî) wê ji wan re nemîne.''

Piştî axaftina destpêkê sînevîzyon hate nîşandan. Piştre nameya Hevserok Sebahat Tûncel ji hêla Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Aslan ve hate xwendin.

Her wiha mesaja kurt a hevserokê din ê DBP'ê Kamûran Yuksek ku ji ber sedema cezayê teqezbûyî li Ewropayê ye ji hêla endamê dîwanê Mûrat Yîgit ve hate xwendin.

PEYAMA DEMÎRTAŞ

Piştre peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji aliyê Seroka Dîwanê Leyla Guven ve hate xwendin.

Demîrtaş ev peyam da: "Hûn vê kongreya xwe di pêvajoyeke krîtîk de lidar dixin, ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Em hêvîdar in ku ev kongreya we wê bi coş û morala berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê pêk were. Partiya Herêman a Demokratîk ku di kevneşopiya me ya siyaseta demokratîk de bi rol û mîsyoneke girîng radibe, mîsyona nû ya ku bi vê kongreyê re hilgire ser milê xwe, wê gelekî girîng be. Bi girseyên gel ên mezin ên rêxistinbûyî, mirov dikarin li her qadê li dijî faşîzmê berxwedanê geş bikin. Eger em dixwazin rêxistiniya serdemê veguherînin pêngavekê, divê em xwe ji aliyê perwerde û îdeolojîk de xurt bikin. Em hêvîdar in ku DBP wê di dema pêş de kêmasiyên xwe yên di vî warî de ji holê rake. Em hemû hevalên fedakar û kedkar ên li navendê û li herêman di nava DBP'ê de bi erk û wezîfeyê rabûne, pîroz dikin. Ji hevalên ku wê nû bi wezîfeyê rabin, serketinê dixwazim."

Piştî xwendina mesajan, Cîgira Hevserokên Giştî Gulcîhan Şîmşek axivî.

Şîmşek got, "Em DBP dizanin, Birêz Ocalan ê ku ji bo çareseriya doza Kurd xweseriya demokratîk diparêze û xweseriya demokratîk weke yekane rêya çareseriyê pêşkêş dike, di nava tecrîdê de ye. Divê bê destnîşankirin, ku ev tecrîd li dijî hemû gelan e. Çareseriya demokratîk a li Kurdistanê bê afirandin, ji me nebe nabe. Di vê demê de bi rêya bicihkirina qeyûman bi sedan şaredariyên DBP'ê hatine tevizandin. Siyaseta demokratîk tevizandine. Em êrîşên AKP'ê yên li dijî destketiyên me yên rêveberiya çareseriya demokratîk napejirînin. em careke din dibêjin ku em ê li dijî vê li ber xwe bidin. DBP wê ji niha û pê ve bi modeleke xurt a perwerdeyê ya li nava civakê, pêvajoyê bi rê ve bibe. Wê kadroyên siyaseta demokratîk perwerde bike."

Şîmşek bal kişand ser nîqaşên li ser operasyona li dijî Efrînê û diyar kir, ku ti encam ji vê yekê nayê. Şîmşek got, çareserî bi demokrasî û aştiyê dibe.

Kongre dewam dike.