Demîrtaş anjiyo bû

Demîrtaş anjiyo bû

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş duh ji ber êşa singê xwe li nexweşxaneyê di bin kontrolê hatibû girtin û serê sibê anjiyo bû. Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê rewşa Demîrtaş baş e.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş duh ji ber êşa sing û guvaştina sing li Nexweşxaneya Memorîal a Amedê di bin kontrolê de hatibû girtin. Pisporê Kardiyolojiyê yê Nexweşxaneya Memorîalê ya Amedê Dr. Cegergun Polat têkildarî rewşa tenduristiya Demîrtaş de daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Demîrtaş koroner anjiyo bû û rewşa wî başe û wiha hate gotin: "Hevserokê Giştî yê BDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş di 11'ê adara 2013'an de ji ber giliya êşa sing û guvaştina sing li nexweşxaneya me ji bo şopandinê hate razandin. Piştî 24 demjimêran şopandina nexweş serê sibê testa eforê hate kirin. Piştî encama testa Eforê biryara koroner anjiyografiyê hate girtin. Di encama Koroner anjiyografiyê de pirsgirêka demarê ya dil a Birêz Demîrtaş hate tesbîtkirin. Rewşa nexweşê me başe û piştî dermankirina medîkal dê bê tabûrcûkirin."

Civîna koma BDP'ê ji ber pirsgirêka tenduristiyê ya Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate betalkirin.