Demîrtaş: AKP pergaleke talûke ava kiriye

Selahattîn Demîrtaş ku rehîn girtî got; “AKP’ê pergalekî ji berê metirsîdar ava kiriye. Hûn hezar caran muebbet bidin jî, hûn nikarin rawestînin. Em ê vî welatî birêve bibin.”

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayen Giran a Enqereyê pêk hat. Doz li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya SEGBÎS (Sîstema yekbûyî ya deng û dîmen) beşdarî dozê bû.

Parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar, Mehmet Ruştu Tiryaki, Mûratp Çepnî, Zeynel Ozel, Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevserokê SYKP’ê Canan Yuce û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê weke temaşevan beşdarî dozê bûn.

Destûr nedan ku parêzerê Swîsreyî Per Stadîng ku li ser navê Parêzerên Sînoran Nasnakin hatibû û parêzerê pêre beşdarî dozê bibin.

Doza Demîrtaş wê sibê saet 10:00’an bidomee.

Demîrtaş di parastina xwe de got; “Niha hatina me ya gel hev li salona dozê ne bi armanca darizandinê ye. Ez weke bersûc, parêzerên min parastinê, hûn jî weke meqamê îdîayê ku bi armanca darizandinê bikin li vir kom nebûne. Ev yek ji xebatên we yên ji bo pêkanîna armancên siyasî yên desthialtdariyê, hikûmeta AKP’ê û bi taybet Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo pêşiya wî vekin, ji bo pêkanîna hedefên siyasî û ji bo tasfiyekirina mûxalefetê ye.

Dewlet piştî 15’ê Tîrmehê ji nû ve hatiye avakirin. Hemû sazî hatine tasfiyekirin, ji valehiya derketî holê têgihiştinekî ya rêveberiya nû nehate avakirin. Ez bala we bikêşim. Sazûmanek nehate avakirin. Em bêjin sazûmaniya kaos yan jî bê sazûmaniya kaosê, di rastiyê de cihê xwe digre. Ev doz ji bo sazûmaniya kaos yan ya rejîmê îkame kirina (tiştê kirine şûna tiştekî din) sazûmaniya Komara Destûra Bingehin hatine vekirin. Her kesê ku li pêşiya Recep Tayyîp Erdogan dibe asteng; ev dibe mixtar be, yan serokê partiykê, yan hevserokê partiyekê be dibe. Sîstem li ser tepisandinê hatiye vakirin.

Ev rejîma yek zilamî ku hûn diparêzin bûye sedema krîza aborî, bê planî, nelirêtî û aboriya giran ji ber vê jî êdî mirov întihar dikin.

Li holê saziyek tine, daraz tine. Baş an xirab li holê darizandinek hebû êdî ew jî tine. Baş an xirab burokrasiyek hebû pêk dihat ew jî tine. Her tişt girêdayî yek zilamî e. Yek zilam êdî ne dikare partiya xwe rêve bibe û ne ji welat. Ti eleqeya vê bi zeka û kapasîteyê ve tine. Hûn bi min ve girêbidin ez jî rêve nabim. Hûn ji nikarin rêve bibin. Lê sîstema ku Erdogan dixwaze ava bike eve. Sazumaniya kaosê. Di nava kaosê de her tişt kirine.

Bi xwedê di dîrokê de desthilatdariya ku ne hilweşiyayî tine. Sûltan Silêman jî çû Îskenderê Mezin jî çû. Kanûnî Sûltan jî çû, Fatîh jî û Napolyan jî çû. George Washîngton jî Erdogan jî wê biçe. Em ê bi can û serî ji bo demokrasî û azadiyê li ber xwe bidin, serbilind bin.

Ez û hevalên xwe em ê vî welatî rêve bibin. Em bi îdîa û bi biryar in. Em ê bi demokrasiyek bi hêz û dengek mezin werin vî welatî birêve bibin. Hûn ne muebedetek hezar muebbetan jî bidin ranawestim.

Kurd û Tirk em ê dest bidin hev; em ê welat ji nû ve ava bikin. Kengê? Di demek nêz de. Îdîa dikim di demek nêz de, wê dirêj dom neke. Ji ber ku ev sazûmaniya kaosê na dome.

Nivê AKP’ê di rewşekî têkçûyî de ye. HDP, wekî kakileke yekbûyî ye, yek perçe ye.”