‘Demildest divê heyetek tenduristî biçe Îmraliyê’
‘Demildest divê heyetek tenduristî biçe Îmraliyê’
‘Demildest divê heyetek tenduristî biçe Îmraliyê’
Ji bo heyetek serbixwe ya tenduristiyê biçe Girtîgeha Îmraliyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 14 sale lê di tecrîdê de ye derman bike, gelek daxwaz ji Wezareta Edaletê hatine kirin lê Wezaretê heya niha bersiv nedaye, bertekek jî ji Seroka Giştî ya Wexfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci hat. Fîncanci destnîşan kir ku, rewşa tenduristiya Ocalan ku salên dirêje di bin tecrîdê de ye, bi vê ve girêdayî pêwîste pirsgirêkên tenduristî ên li girtîgeha Tîpa F rû didin werin berçav girtin. Fîncanci anî ziman ku, bêy ku dem derbaz bibe pêwîste heyetek serbixwe ya dixtoran bişînin Îmraliyê.
Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku, ji bo heytek serbixwe ya dixtoran biçe girtîgehê gelek caran serî li Wezareta Dadê dane, lê belê her carekê hatiye red kirin. bitaybet pêwîste rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salên dirêje di bin tecrîdê de ye bê dest girtin û got: “Vê tecrîdê bêgûman di tenduristiyê de pirsgirêkên cidî derxistine. Me di 7’ê Hezîranê de ji bo heytek serbixwe biçe me carek din serlêdan kir, lê hêjan bersiv nehatiye.”
‘BÊGÛMAN TECRÎD PIRSGIRÊKÊN CIDÎ ÊN TENDURISTÎ ÇÊDIKE’
Fîncanci da zanîn ku tecrîd di sîstema helandinê de kêmasiyên girîng çêdike, her wiha dibe sedema gelek nexweşiyan. Fîncanci anî ziman ku, dema sîstema helandinê têkçû, dê gelek nexweşiyên giran derbikevin û wiha axivî: “Di van demên dawiyê de bitaybet ji ber şert û mercên girtîgeha Tîpa F gelek agahiyên penceşêrê dibihîzîn. Teqez pêwîste heyetek serbixwe ya dixtoran biçe lêkolîn bike ka nexweşiya penceşêrê zêde dibe yan na, ji ber ku şert û mercên tecrîdê di be hinek xemsarî çêkiribin. Ji dervey wê reaksiyonên çav ên em neli bendê, dibe ku pirsgirêkên bêhndanûstandinê derbikevin.”
Fîncanci destnîşan kir ku, bêy ku em derbaz bibe pêwîste heytek serbixwe ya dixtoran biçe Îmraliyê û girînge ku Ocalan heyetek xwestiye. Fîncanci anî ziman ku, ew dê ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdanê bikin û dê bi israr şopdarê vê mijarê bin.