Li Mêrsînê sê zarokên Kurd, bi hinceta ku kargehek talankirine hatin girtin û avêtin girtîgehê. Li welatê ku qatil serbest tên berdan û darbekar bi serbestî têne darezandin, dadgeha Mêrsînê diyarkir ku, “Bigûmana revê” kontrola edlî ji bo zarokan derbaz nabe.
3’mîn Paketa Darazê ya qatilan serbest ber dide, dema mijar bibe Kurd û zarokên Kurd cûda kar dike.
Zarokên binavê D.E yê 15 salî, S.C yê 16 salî, S.E yê 17 salî ku li taxa Çay ya navçeya Akdenîz ya navend Mêrsînê dijîn, bi îdîaya ku kargehek şewitandine 18’ê Îlonê hatibûn binçavkirin.
Piştre zarok bi daxwaza girtinê sewqî 3’mîn Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin. Zarokan li dadgehê sûcên tên gotin ne pejirandin û diyarkirin ku, ew xwendekarin û ew dixwazin serbest bêne darezandin.
Parêzerê zarokan Eyûp Sabrî Oncel jî bilêv kir ku, miwekîlên wî zarokin û daxwaz kir ku di bin kontrola edlî de bêne girtin û serbest bêne darezandin.
Lê belê heyeta dadgehê parast ku, gûmana revîna zarokan heye û kontrola edlî nebes dît. Dadgehê biryara girtina her sê zarokan da. Zarokên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê ku mezin lê dimînin û ji bo zarokan neguncawe.
Parêzerê zarokan Eyûp Sabrî Oncel da diyarkirin ku, 3’mîn Paketa Darazê ya qatilan serbest ber dide û zarokan digire û got, pêwîste zarok di bin kontrola edlî de bêne girtin.
Oncel aşkera kir ku, di holê de delîlek cidî tuneye ji ber wê çendê girtî darezandina zarokan nayê pejirandin û ew dê îtîraza biryarê bikin.
Oncel balkişand ku, li rexmî ku sabiqayek ya miwekîlên wan tuneye û cihê ew lê dimînin diyare jî, vê biryarê wijdana cemaweriyê birîn kiriye.
Hema bêje li Mêrsînê hefte derbaz nabe, zarok neyên binçavkirin yan jî girtin. Bi taybet li Mêrsîn û cîranê wê Edeneyê li dijî zarokên Kurd terorekî taybet ya daraz û polîsan heye.