Dema lêkolînkirina çeka kîmyewî ya li Sûriyeyê wê neyê dirêjkirin

Rûsyayê, pêşnûmeya ji bo dirêjkirina dema pisporên navneteweyî ya lêkolînkirina bikaranîna çeka kîmyewî ya li Sûriyeyê veto kir.

Pêşnûme ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hate pêşkêşkirin û ji aliyê Rûsyayê ve ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwedî mafê vetoyê ye, hat astengkirin.

Lêkolînkirina bikarîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê, ji aliyê mufettîşên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî ve tê meşandin û dema vê wezîfeyê duh bi şev qediya. Pêşnûmeya ji bo dirêjkirina dema vê mîsyonê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rê li ber nîqaşên dijwar vekir. Der barê dema wezîfeyê ya vê koma lêkolînkirinê ku navê 'JIM' lê hatiye kirin, DYA û Rûsyayê pêşniyarên ji hev cuda kirin.

DYA xwest, dema wezîfeya JIM'ê herî kêm saleke din bê dirêjkirin. Rûsyayê jî di pêşnûmeya xwe de ku duh di nava rojê de vekişand, xwest ku pênasekirina wezîfeya JIM'ê bê guhertin û rapora meha Nîsanê ya li ser bikaranîna gaza sarîn ji aliyê rejîma Beşar Esad ve, bê cemidandin.

DYA dabû xuyakirin ku di meha Nîsanê de li Han Şeyhûnê di êrîşekê de çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û divê endamên rejîmê yên berpirsyar werin cezakirin.

Serokê DYA Donald Trûmp beriya dengdana li Konseya Ewlekariyê daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku dema wezîfeyê ya JIM were dirêjkirin. Trûmp îdîa kiribû ku rejîma Esad wê bi saya vê yekê êrîşên kîmyewî dubare neke.