Dema girtina li binê çavan a rojnamevanan hat dirêjkirin

Dema girtina li binê çavan a 24 rojnamevanên di serdegirtina li rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, heta roja Înê hat dirêjkirin.

Dema girtina li binê çavan a 24 rojnamevanên di serdegirtina li rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, heta roja Înê hat dirêjkirin. Rojnamevan li qereqolên cuda tên ragirtin. Rojnamevanên binçavkirî, di lêpirsînê de mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar tînin. Li gorî agahiyan, wê rojnamevan roja Înê derkevin pêşberî dozgeriya dewleta Tirk.

Rojnamevanên li qereqolên polîsan ên li Karakoy, Kasimpaşa û Taksîmê tên ragirtin ev in:

Qereqola Polîsan a Karakoyê: Dogan Guzel, Ersîn Çaksû, Kemal Bozkûrt, Zekî Erdem, Sînan Balik, Yilmaz Bozkûrt, Davût Ûçar, Mesût Kaynar, Firat Yeşîlçinar û Huseyîn Gunduz

Qereqola Polîsan a Taksîmê: Elîf Aydogmûş, Gulfem Karataş, Sevdiye Ergubuz, Reyhan Hacioglû, Amîne Demîrkiran, Guney Aksoy û Bûrcû Ozkara

Qereqola Polîsan a Kasimpaşayê: onder Elaldi, Ender Ondeş, Ozgur Paksoy, Bayram Balci, kameramanê IMC TV Gokhan Çetîn.

Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û ji edîtorên rojnameyê Bîlîr Kaya jî li Şaxê 'Têkoşîna li dijî Terorê' ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Vatanê tên ragirtin. Nayê zanîn bê Kizilkaya û Kaya ji ber kîjan bahaneyê hatine binçavkirin.