Dema Fabuîs-Çavuşoglu di civînê de bûn, Kurdan çalakiyê li dar dixist
Dema Fabuîs-Çavuşoglu di civînê de bûn, Kurdan çalakiyê li dar dixist
Dema Fabuîs-Çavuşoglu di civînê de bûn, Kurdan çalakiyê li dar dixist
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laurent Fabîus û Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu îro li Parîsê saet 11.00’an de hatin gel hev. Kurdistaniyên civîna mijara gotinê bihîstin saet 11.00’an de bi dovîzên “DAIŞ=Tirkiye”, “Terorîst Turkiye”, “Kobanê wê nekeve”, “Ji bo herêma tampon na”, “Ji bo mûdaxeleya Tirkiyeyê na”, “Her cih Kobanê, her cih berxwedan” hildan ber bi deriyê Wezareta Karên Derve ya Fransa ve meşiyan. Dema girseyê hewl da xwe bigihînin derî, yên yekem gihan rastî mûdaxeleya polîsan hatin. Piştre polîsan dora girseyê girtin.
Girseyê tevahiya saetekê tevî hemû derb û tacîzên polîsan ji qadê veneqetiyan û dirûşm gotin. Girseya bi dirûşmayên “Qatil Tirkiye, hevkar Ewropa”, “DAIŞ hov, Tirkiye terorîst” dem dem rastî tundiyê hatin. Ên li ser bihîstina çalakiyê hatin dema derbasî qada çalakiyê bûn rastî tundiyê dihatin.
Çalakvanan bi axaftinên kirin têkiliyên Fransa bi Tirkiyeyê re pêş dixe şermezar kirin. Çalakiya ji aliyê gelek kanalên televîzyonên Fransa ve dihat şopandin piştî hevdîtinên bi polîsan re girseyê dawî li çalakiya xwe anîn. Tevî ku girseyê dawî li çalakiya xwe anîn jî girse bi şêweyekî koman ji cihê çalakiyê veqetiyan.
Di daxuyaniya malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve de cih digirt got; “Ev yekem civîna me ya di çarçoveya hevkariya stratejîk a di ziyareta Serokkomar (Françoîs Hollande) meha Çile li Tirkiyeyê de hatiye qebûlkirin.”