Dema destgîrkirinê ya ciwanên HDP'yî hate dirêjkirin
Dema destgîrkirinê ya 6 endamên Meclîsa Ciwanan hate dirêjkirin.
Dema destgîrkirinê ya 6 endamên Meclîsa Ciwanan hate dirêjkirin.
Bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ji bajarên cuda 8 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku hatibûn destgîrkirin anîn Enqerê. Dema destgîrkirinê ya ciwanên ku anîn Midûrtiya Şûbeya TEM'ê ya Emniyetê ya Enqerê hate dirêjkirin.
Parêzerên ciwanan diyar kirin li ser dosyaya ciwanan sînordarkirin didome û dema destgîrkirinê hatiye dirêjkirin.
Parêzeran li dijî biryara sînordarkirinê îtîraz kirin.
Navê ciwanên ku hatine destgîrkirin: Endama LRN'yê Sevîm Akdag, endama MP'ê Narîn Donmez, Hulya Ertaş, Berat Kiran, endamên Meclîsê Nûrûllah Ozgun, Cengîz Fîdan, Rabîa Şevîn Saribûlak û Omer AlmaÇ.