Dema destgîrkirina 4 kesên ku bi ser malên wan de girtibûn hat dirêjkirin

Leşkeran duh li gundê Zorava yê navçeya Sûrê bi ser gelek malan de girtibûn. Dema destgîrkirina 4 kesên piştî serdegirtinê ji bo îfadeyê çûn qereqola cendermeyan û hatin destgîrkirin heta roja duşemê hate dirêjkirin.

Leşkeran li gundê Zorava yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, duh serê sibehê avêtin ser gelek malan. Leşkeran bi wesayîtên zirxî dor li gund girtin û bi hinceta qedexeya derketina derve nehiştin kes ji malên xwe derkeve û ketin û derketina gund jî qedexe kirin. Di serdegirtinê de welatiyên ku berê çekê dan wan weke mertalan hatin bikaranîn û tiştên li malan hatin belavkirin. 

Piştî serdegirtina malan a li gund Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar û Hayrettîn Kardaş ên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Sûrê ji bo îfadeyê gazî wan kir, duh bi şev hatin destgîrkirin.  Dema binçavkirina Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar û Hayrettîn Kardaş ên bi “Îxbareke bêbingeh” bi ser malên wan de hate girtin û pişt re hatin destgîrkirin, heta roja duşemê hate dirêjkirin.