DEM Partî: Dadgerê Tirk polîsê ku Ûgûr Kûrt qetil kirî, parast

DEM Partî wiha got: “Em zihniyeta ku Ûgûr Kûrt qetil kirî û dadgera bêedalet şermezar dikin.”

Ji aliyê Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz ve daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û wiha hate gotin: “Ûgûr Kûrt 14’ê Gulana 2014’an çû Cemxaneya Okmeydani û li wir bi guleya polîsekî hate qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsê kujer Sezgîn Korkmaz di doza ku qasî 3 salan bêyî girtin lê dihat darizandin de, salek û 8 meh cezayê girtîgehê wergirtin û ev tişt hat gotin: “Ev ceza jî veguherandin 12 hezar û 100 lîre cezayê pere û li taksîtan hate cudakirin. Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bersûc Sezgîn Korkmaz car din hat darizandin. Di rûniştina îro de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku wijdanan birîndar dike, lê hate birîng.”

‘RÛYÊ RAST Ê ZIHNIYETA DEWLETÊ’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin destnîşankirin:

“Ev biryar rûyê rast ê zihniyeta dewleta heyî ya derbarê Elewiyan de nîşan dide. Çavê xwe li ber kujerên Elewiyan girtin û rûyê xwe yê rast nîşan dan.

Li aliyê dozgeriyê bi hinceta ku dayika Ûgûr Kûrt êrîşî polîsê kujer kiriye û saeta wî şikandiye, bi daxwaza cezayê girtîgehê ya 6 salan doz vekir. Di vê pêvajoyê de bavê ku dilê wî xwe li ber êşa kurê xwe negirt, bi nexweşiya penceşêrê ket û di demeke kurt de jiyana xwe ji dest da.

Sîstema dadgerê ya heyî ku kujerên Elewiyan û Kurdan bi bêcezatiyê xelat dike, di asta yekemîn de ji van komkujiyan bepirsyar e.

Em car din Ûgûr Kûrt bi bîr tînin û zihniyeta ku ew qetil kirî û dadgerê bêedalet şermezar dikin.”