Deklerasyona 19’emîn Civata Giştî ya KNK’ê hate eşkerekirin

KNK: Kurd û Kurdistanî îro beramberî neyarê xedar dewleta Tirkiyeyê şerê man û nemanê didin. Di vê têkoşîna man û nemanê de, yêkîtiya navxweyî MAN e, belaviya navxweyî jî NEMAN e.

Kongreya 19'emîn a KNK'ê ku li Hollandayê Înê dest pê kir deklarasyona civîna xwe eşkere kir.

Di deklarasyona KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Civata Giştî ya 19. ya KNK'ê di demekî wisa da kom bû ku dewleta Tirkiyeyê adetê qirkirin û birandina miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye dest pê kirin.

Rojavayê Kurdistanê dîsa, bi ber êrişa Tirkiyeyê ket. Cerablus û Ezazê têra nekir, Efrîn dagîr kir. Bi wê jî nema, nihe dixwaze Serêkaniyê û Girê Spî dagîr bike û ji erd û esmanî bombe û agirî dibarîne ser xelkên Kurdistanê. Tirkiyeyê hedefa xwe hêj jî fireh kiriye û çavê wê lê ye ku timamî "binxetê" anku rojavayê Kurdistanê dagîr bike.

Heke gihişte mexseda xwe şik tê da nîne ku plana duyemîn ya vê dewleta hov dagîriya başûra Kurdistanê ye. Ji xwe gelek binkeyên leşkerî li başûr bi cih kirine û ji navçeya Biradosta ve jî gav bi gav dest bi dagîriyê kiriye. Anku niyeta dewleta Tirkiyeyê têkbirina destkevtên Kurd û Kurdistaniyan e û vê niyeta xwe êdî venaşêre û bi dengekî bilind dibêje û di pratîkê da jî dike.

Dewleta Tirkiyeyê bi rêvebiriya Erdogan û cebheyê kevneperest û faşîst yê AKP-MHP’ê hem li nav hem jî li derve bi timamî polîtîkayeke leşkerî û dagîrkerî didomîne. Erdogan û cebheyê xwe seranserê Tirkiyeyê kiriye zîndan, nihe dixwaze cihên dagîrkirî jî teslîmî hêzên kevneperest û cîhadîst bike û di bin kontrola xwe da bigire. Erdogan, êrişa li ser Girê Spî û Serêkaniyê gelek vekirî wekî fituhat - vegirtina îslamîst nîşan dide ku di serî da divêt organîzasyonên îslamî dij derkevin û mehkûm bikin.

Erdogan digel hevpeymanê xwe ( Bahçelî ) daku rewşa kambax ya nava Tirkiyeyê anku krîza ekonomîk, polîtîk û sosyal binixêvin, rizîna sistemê xwe ji ber çavên xelkên Tirkiyeyê birevînin çareyê di şerî da dibînin û hem li nav welat hem jî li derveyî welatî siyaseta şerî wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadî nîşan didin ku xelkê paşkevtî destekê bide wan.

Erdogan di gel cephedarên xwe berê Tirkiyeyê daye dinyaya totalîter, otokratîk û dîktatoriyal. Her diçe ji dinyaya demokratîk û aştîxwaz xwe dide paş û xwe nêzîkî dinyaya xwe ya antîdemokratîk dike ku siyaseta xwe ya reş û tarî bidomîne, jiyê desthilata xwe ya xwînelo dirêj bike.

Erdogan û Bahçelî bi kîn û nefreta kevneperestiya islamî û nijadperestiya Tirkîst destê xwe dane hev û Kurd û Kurdistan kirine nîşangeha xwe û kavil û wêran dikin. Di vî warî da adetê hemû heyiya welatê xwe pêşkêşî dewletên desthilatdar dikin û bi vê bazara qirêj dixwazin Kurdan tesfiye bikin.

Dewleta Tirkiyeyê, di bin îdareya Erdoganê ixwanê muslimîn û Bahçeliyê faşîst da nîşan da ku mezintirîn dijminên Kurd û Kurdistanê ne. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê da Kemalîstan çi zulm û jenosîd bi serê Kurdan îna, îro bi navê Îslamîst û Faşîst dehqat zêdetir bi serê Kurdan tînin û tînê bi qirkirina Kurdên li nav tixûbên xwe yên fermî namînin herweha êrişên birandinê li ser parçeyên başûr û rojavayê Kurdistanê jî dikin.

Lê belê, ji pratîka duh û îro ya bizava neteweperwer û Nîştîmanperwer ya Kurdistanê xuya ye ku nikarin bigihine van hedefên xwe yên dijî mirovî. Li rojavaya Kurdistanê Kurda digel hevçeperên xwe yên Kurdistanê û hevpeymanên xwe yên navneteweyî berxwedana xwe bilind kirine û di halê hazir da jî vê berxwedanê didomînin.

Di vê berxwedanê da Kurdan li gel pêkhateyên dî yên Kurdistanê çawa dagîriya hêza kevneperest ya îslamî DAÎŞ'ê, bi dawî îna, dê dawiyê li vê dagîriya dewleta Tirkiyeyê jî bînin û welatê xwe rizgar bikin û hem xwe hem jî xelkên hevqeder yên Kurdistanê ji vê belaya reş xilas bikin.

Kurd û Kurdistanî ewil bi hêza xwe ya organîze û bi piştevanî û desteka xelk û welatên demokratîk û humanîter dê êrîş û dagîriya dewleta Tirkiyeyê bişkênin û ji welatê xwe derêxin.

Di vî demê xembar ê rojavayê Kurdistanê de, hem xelkê me li çaraliyê welat û meydanên Dîasporayê, hem jî xelkên cîhana demokratîk û humanîter berxwedana xelkê Rojavayê Kurdistanê bi tinê nehêlan û piştevaniya xwe ya germ bi aktîvî nîşan dan.

Bi taybetî li Başûra Kurdistanê ji parlementoyê heta hukûmetê û serokatiya herêmê, ji partiyan heta organîzasyonên sivîl, ji xelkê sade heta medyayê piştevaniyeke germ û herweha aktîv hate nîşan dan. Em bihayekî mezin didene vê yêkê û daxwaz dikin ku ev seferberiya neteweyî rê li ber yekîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî xweş bike û bi tifaqî beramberî neyarên Kurd û Kurdistanê bête sekinîn.

Xelkê me li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û hemû meydanên Dîasporayê jî mil bi milê hêzên dost nerazîbûneke xurt nîşan da û ev êriş û dagîrkeriya dewleta Tirkiyeyê bi xurtî protesto kirin ku eve jî cihê teqdîrê ye. Divêt xelkê me li çaraliyê welatî û li her derê lê dijîn vê sekina xwe ya hevgirtî ya neteweyî û niştimanî xurtir, mezintir û mayînde bikin. Heke Kurd û Kurdistanî bi gotin û axivtinê nemînin û di pratîkê da vê tifaqa neteweyî û niştimanî ya hevgirtî nîşan bidin dikarin hemû plan û projeyên dewleta Tirkiyeyê yên antî Kurd û Kurdistan pûç bikin.

Li vê derê bi vekirî û dengekî bilind Em dixwazin destnîşaniya reftar û pozisyonên navneteweyî jî bikin.

Di serî da Em agirbesta li Rojavaya Kurdistanê bi gaveke erênî dibînin. Lê belê, pêwîste hêzên navneteweyî ferz bikin ku dewleta Tirkiyayê hemû cihên dagîrkirî hêzên xwe vekişînin û bi giştî êrişên xwe bisekinîne. Daxwaza me ew e ku mekanîzmayeke navneteweyî jî di vî warî da roleke kontrolê bileyize û Yêkîtiya Ewrûpayê jî di nav da bi taybetî UN vî misyonî bi cih bîne û divêt ji Tirkiyeyê bête xwastin ku bê qeyd û şert hêzên xwe ji Kurdistanê derêxe. Di vê prosesê da Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta ku êrişî wan neyê kirin dê girêdayî agirbestê bimînin ku em jî destekê didene wê biryara wan.

Dewletên Yêkîtiya Ewrûpayê (YE) û rêvebiriya YE û Konseya Ewlekariyê ya UN’ê ji dewleta Tirkiyeyê xwastin ku vê êriş û dagîriyê rawestîne. Ev hewildanên wan ji bo xelkê rojavaya Kurdistanê, hêz û pozisyoneke destekdar bûn û em spas dikin û hêvîdar in ku hêj aktîvtir destekê bidene xelkê Rojavaya Kurdistanê û fişara xwe ya ekonomîk û polîtîk li ser Tirkiyeyê zêdetir bikin ku encamgir be.

Yêkîtiya Dewletên Erebî di dîroka xwe da yekemcar e ku dijî dewleta Tirkiyeyê pozisyoneke hinde zelal werdigire ku dagîrkeriya Tirkiyeyê şermizar kirin û hindek biryarên fişarî yên wekî ambargoyî wergirtin. Em bihayekî mezin didene vê reftara nû ya Yêkîtiya Dewletên Erebî û spasî wan dikin.

Herweha UN û NATOyê jî pozisyoneke nerazîbûnî wergirtin û hiştariyên giring dane dewleta Tirkiyeyê ku dev ji vê êrişkarî û dagîriya xwe berdin. Em bi dilgermî spasî wan jî dikin û li heviyê ne ku piştevanî û hevkariya xwe xurttir bikin û bi taybetî daxwazê ji UN’ê dikin ku beramberî hemû dagîrkeran, ji bo Kurdistanê rol û mîsyoneke parêzer bi cih bîne.

Herweha gelek welatên dî êrîşkariya dewleta Tirkiyeyê şermizar kirin û piştevaniya xwe ya digel xelkê Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê deklare kirin ku ev pozisyona wan li nik xelkê Kurdistanê bihadar e. Em qîmetekî mezin didene van hemû piştevaniyên navneteweyî yên bi giştî û spasdarê hemûyan in.

Em bangî dewleta Emerîkayê dikin ku pozisyona xwe ya dijî DAÎŞ'ê di eynî giranahiyê da nîşanî dewleta Tirkiyeyê jî bidin ku Erdogan îro jî destekê dide groben terorîst û bi xwe jî versiyoneke DAÎŞ'ê ye. Her sistiya beramberî Erdoganî ji bo rojhilatanavîn û dinyayê dê felaketê bi xwe ra bîne. Lewma daxwaza me ji Kongrês, Senato û rêvebiriya Emerîkayê heye, ew e ku desteka xwe ya bi xelkê Kurdistanê ra kêm nekin û rê nedine hovîtiya Erdogan ê ku temsîla reş û tarîtiyê dike. Kurdan di şerê dijî DAÎŞ'ê de, di serî de digel Emerikayê û hemû hevpeymanên navçeyê nîşan da ku têkoşîna mirovahiyê didin û temsîla demokrasî û ronahiyê dikin. Em bangî Rûsyayê jî dikin ku bandora xwe ya li ser Tirkiyeyê bi giringî nîşan bide ku dawiyê li êriş û dagîriya rojavaya Kurdistanê bîne.

Em berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk - QSD, ya YPG û YPJ û hemû xelkên rojavayê Kurdistanê pîroz û bihadar dibînin û piştevan in, hevkar in û li gel wan in. Berxedana wan hêj ji nihe ve sempatî û destekeke mezin li seranserê cihanê peyda kiriye ku ev e giring e û bihadar e. Ji bo ku rê li ber dagîrkeriya dewleta Tirkiyeyê bigirin em destekê didene hemû hewildanên wan yên polîtîk, dîplomatîk û leşkerî. Di vê çarçoveyê da li hev hatina wan ya digel hukûmeta Şamê ya konjonkturel ku bi hev ra bergiriyê li dijî dagîriya dewleta Tirkiyeyê bikin di van şert û mercên dijwar da rast e û hêvî dikin QSD û hukûmeta Şamê li ser esasên pêkve jiyana wekhev û demokratîk bigihine lihevhatineke guncay.

Di encam de, Kurd û Kurdistanî îro beramberî neyarê xedar dewleta Tirkiyeyê şerê man û nemanê didin. Di vê têkoşîna man û nemanê de, yêkîtiya navxweyî MAN e, belaviya navxweyî jî NEMAN e. Lewma em careke dî û bi giringî bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dikin ku yêkîtiya mezin ya Kurdistanê pêkbînin. Ji bo vê armanca mezin û dîrokî Em daxwazê ji hemû serokên organîzasyonên polîtîk yên Kurdistanê dikin ku bi lez û bi yêk rojevê din konferansekê da kom bin û pirsa ku îro derketiye meydanê gotûbêj bikin û resmekî hevgirtî bidene xelkê Kurdistanê û hemû dinyayê.

Civata Giştî ya 19. ya KNK'ê bi beşdariya endam û mêhvanan bi yêkdengî hem êrîş û dagîriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê, hem jî bi giştî neyariya wan ya li gel xelkê Kurd û Kurdistanê rûrêş û binpê dikin û bangî wan dikin ku zûtirîn dem hêzên xwe yên leşkerî hem ji rojavaya Kurdistanê hem jî ji başûra Kurdistanê vekêşin.”