Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê: Em ê biherikin qadan

Piştî Amedê HDK, DEM Partî û TJA'yê deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê eşkere kirin û diyar kirin ku wê bi hev re biherikin qadan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dem ji bo azadî û serketinê dema rabûna ser piyan e."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Stenbolê deklarasyona têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ragihand. Gelek kes tev li daxuyaniya ragihandina deklarasyona “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bûn. Deklarasyon ji hêla Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ve hate xwendin.

Deklarasyona bi sernavê “Dema azadî û serkeftinê ye! Rabe ser pêyan!” hatiye weşandin wiha ye: “Newroz a ku gelên Asya û Rojhilata Navîn xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin; mîna di dîrokê de, ji bo gelê kurd û gelên di bin mêtingeriyê de dijîn çanda berxwedan û serhildanê ye. Di şert û mercên ku kevneşopiya dewleta yekperest veguheriyê şêweyê olperest, neteweperest û faşîzma zayendperest de Newroza 2024’an dê bibe roja ku kesên dev jê bernadin, teslîm nabin û ji serkeftinê bibawer mil didin milê hev û têne gel hev.

Zext li kurdan, elewiyan, xizanan, karkeran, jinan û ciwanan tê kirin da ku li ber polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê û tekela tundiyê serî bitewînin. Li dijî vê; pêtala azadiyê ku sembola têkoşîna Kawayê Hêsinkar a li dijî Dehaq e, rêya me ronî dike.

Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku di hedefa ‘plana çokşikandinê’ ya rejîma faşîst de ye, Newroz weke roja serhildana li dijî mêtingeriyê tê zanîn û vê girîngiya xwe diparêze. Newroza îsal ji bo gelê kurd ê bi dehan sala ye li qadan îradeya xwe ya azadiyê raber dike, dê veguhere agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’

Sepanên agahînegirtina mutleq ên li Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tên ferzkirin ku 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, polîtîkayên nûjen ên yekperest, înkarger asîmîleker û mêtinger ên ji zindana Amedê heta Îmraliyê ne. Çawa ku Kawayê hemdem Mazlum Dogan bi sê zilikên şixatê rêya me ronî kiribe, îro jî em anku kesên birêz Abdullah Ocalan weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kirî, dê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji holê rakin. Yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd dimeşînin, weke hewcedariyeke vê rastiyê dê mîna duh îro jî îradeya xwe ya birêxistinkirî li leha bindestan û yên keda wan tê xwarin bi kar bînin.

Faşîzma AKP-MHP’ê hewl didin bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê re serî bi gelê kurd bidin tewandin û ji gelbûnê derxînin. Di serî de Stenbol, ev faşîzm her çar aliyên Tirkiyeyê pêşkeşî sermayedarên neteweyî û navneteweyî dike. Her wiha di navbera gelan de toximên nîfaqê direşîne, ferq û cudahiya zêde ya di navbera hilberîn û lihevparkirinê de bi polîtîkayên şer hêj zêdetir dibe. Polîtîkayên dagirkeriyê yên li rojava û başûrê Kurdistanê tên domandin, mîsogeriya mayîna ser îktîdarê ya tifaqa AKP-MHP’ê ye. Lê di heman demê de kedxwariya li dijî çîna karker zêdetir dike û sermayedaran hêj dewlemendtir dike. Em; anku kesên bindest, yên tune tên hesibandin, keda wan tê xwarin, yên daxwaza demokrasiyê dikin û xwedî li nasnameya xwe derdikevin dikarin vê çerxê hilweşînin û ev peywira me ye.

Parçekirina pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan ê li dijî netewe dewleta xwe dispêre neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê çareseriya neteweya demokratîk pêş xistî û ji vî alî ve sûdekî mezin da têkoşîna bindestan; di heman demê de berpirsyartiya hemû hêzên ked, demokrasî û azadiyê ye. Lewma jî dema wê ye ku em tarîtiya dorpêçê û tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî û li tevahiya civakê belav bûyî bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye em hêviya ku agirê Newrozê têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê ronî bike zindî bihêlin. Dema dema wê ye ku em ji bo têkoşîna Komara Demokratîk li dora agirê Newrozê bigihin hev.

Qeyûmên li şaredariyên Kurdistanê hatine tayînkirin, bi deh hezaran kesên hatine girtin, yên ji ber rantê di erdhejê de hatine qurbanîkirin, karkerên madenê yên cenazeyên wan nehatine dîtin, xwendekarên bêcih û war, teqawidên terkî birçîtî û mirinê hatine kirin, yên ku bi destên xwe dinyayê ava dikin lê tune tên hesibandin, jinên ku kirdeya kedê ne lê li malên xwe nayên dîtin, gundiyên ji gundên xwe hatine kirin, mexdûrên qirkirinên ekolojiyê... Em ê bi hev re biherikin qadên Newrozê û bibin dengê girtiyên nexweş, şoreşgerên kurdistanî û tirkiyeyî yên bi awayekî derhiqûqî di zindanan de dîl hatine girtin, ji rêhevalên xwe yên 106 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Dehaqên îro ew kes in ên ku mafyayên cîhanê li welatê xwe dihewînin.

Dehaqên îro ew kes in ên ku derfetên perwerdeyê ji bo çînekecivakê bi kar tînin lê hêj di temenekî biçûk de zarokên gel neçarî karkeriyê dikin. Dehaqên îro ew kes in ên ku karkeran bi bedela 17.500 lîreyan pêşkeşî patronan dikin.

Deheqên îro ew kes in ên zilamên hevjînên xwe yên dixwazin hev berdin qetil dikin diparêzin, ew kes in ên çav berdane nefeqeya jinan. Dehaqên îro ew kes in ên ku dema ji xelkê Filistînê re silavan dişînin, li rexa din têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re didomînin. Dehaqên îro ew kujerên karkeran in ku li Licikê bûne sedema qirkirina ekolojiyê.

Serketina pêvajoya dîrokî ya em tê de dijîn û serketina têkoşîna me, peywira me ya esasî ye. Bila azadî, soza me ya ji bo rêheval û gelê me ye ala Newrozê heta roja me anîn be. Dem dema hilweşandina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ye.

Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dem dema wê ye ku em daxwazên xwe yên azadiyê bi awayekî herî xurt biqîrin û mezinkirina têkoşîna civakî ye. Dem dema wê ye ku em bi nasname, çand û zimanê xwe yê zikmakî bijîn.

Dem dema wê ye ku em tarîtiya mîna xewnereşkê ketiye ser civakê bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye ku em û rêhevalên me yên di zindanan de li cihên azad hev hembêz bikin.

Dem dema wê ye di têkoşîna hevpar a bindestan de em bêhtir biisar bin û vê têkoşînê bihêztir bikin. Û dem dema wê ye em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêyan.”