Dehezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Dehezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Dehezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Bi armanca piştgiriya ji Kobanê re li paytexta Elmanya Berlîn bi tevlîbûna dehezaran kesan meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de li gel Kurdistanî û Tirkiyeyiyan Elman jî hebûn
Li Qada “Hermannplatz” a li navenda Berlîn danê êvarî bi tevlîbûna hezaran bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ meşek hat lidarxistin. Di meşê de alên YPG û PYD’ê hatin hildan û dirûşmayên, "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bimire faşîzma DAIŞ" hatin gotin.
Xwepêşander bi pankarta Kurdî û Elmanî, "Kobanê Berlîn e” meşiyan. Di meşa ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya (NAV-DEM) û Komîteya Pişteniya Berlîn Kobanê pêk hat. Gelek parlamenterên Partiya Çep a di Meclîsa Federal de koma wê heye, organîzasyonên şoreşger-demokrat ên Elman û saziyên koçberan ên Tirkiyeyî jî piştgirî dan meşê.
Di meşa ku nêzî 10 hezar kes beşdar bûn, hat xwestin ku Koalîsyona Navneteweyî ji bo parastina Kobanê hê zêdetir êrîşên hewayî pêk bîne.
Di meşa ku heta navenda semta Kreuzberg dewam kir, polîsan bi awayekî zêde tedbîr girtin.