Dede: Desthilatdarî dixwaze dosya Cemîl Kirbayir bigire

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku desthilatdarî dixwaze dosya Cemîl Kirbayir bigire ku di dema destgîrkirinê de hate windakirin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Umît Dede bal kişand ser dosya Cemîl Kirbayir ku rojek piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î, ku ji gundê xwe Okçû yê Erdexanê ji mala xwe hate destgîrkirin û piştre hate windakirin.

Umît Dede diyar kir ku bi bahaneya 'dem di ser re derbas bûye' desthilatdarî hewl dide vê dosyayê bigire.

Umît Dede got, "Di sûcê windakirina bi zorê de nabe ku qada derbasbûna demê bê kirin" û ev bang kir:

"Baro, rewşenbîr û raya gitşî ya demokratîk divê li ber neheqiya li dosya Cemîl Kirbayir tê kirin rabin û ji bo edalet bi cih bê bikevin nava liv û tevgerê."