De Mîstûra: Karê me wê ne hesan be
Hevdîtinên fermî yên Cinêv-4 a di pêşengtiya NY’yê de ku di bin navê çareseriya siyasî de ya li Sûriyeyê bi armaca bidawîkirina şerê navxweyî destpê kir.
Hevdîtinên fermî yên Cinêv-4 a di pêşengtiya NY’yê de ku di bin navê çareseriya siyasî de ya li Sûriyeyê bi armaca bidawîkirina şerê navxweyî destpê kir.
Hevdîtinên fermî yên Cinêv-4 ku di saetên sibehê de bi civînên dulayenî ku di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku di bin navê çerseriya siyasî û bi dawîkirina şerê navxweyî de ya li Sûriyeyê destpê kir.
Di hevdîtina pêşengtiya ji buryoya NY a Cinêvê Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra de destpê kir, li ser navê rejîma Esed heyeta rejîmê ya di serokatiya Nûnerê Herdemî yê NY’yê Sûriyeyê Başşar Caferî de, heyeta ‘Muxalîf’ a di bin serokatiya Nasir El-Harîrî û heyeta Piştgiriya Navneteweyî ya Sûriyeyê jî di nav de nûnerê dewletan jî beşdar bûn.
Di destpêkê de Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan De Mîstûra axivî, diyar kir ku biryra hêjmara 225 a Konseya Ewlekariya NY’ê rojeva hevdîtinên wan zelal kiriye. De Mîstûra destnîşan kir ku di hevdîtinan de ne li benda mucîzeyan in û got: “Wê karê me ne hesan be”.
Li aliyê din dema De Mîstûra daxivî, nearamiya heyetên ku bi armanca muzakereyan li solonê amadabûn jî li ber çavan ket. Piştî axaftina De Mîstûra bidawî bû, heyeta rejîmê ne ma li benda silavdayînê ji salonê derket.