De Mîstûra bi heyetên ‘muxalîf’ re civiya
Tûra 8’an a Cinêv bi hevdîtinên heyetên muxalîf re destpê kir, tê payîn ku heyeta rejîmê sibe li Cinêvê be.
Tûra 8’an a Cinêv bi hevdîtinên heyetên muxalîf re destpê kir, tê payîn ku heyeta rejîmê sibe li Cinêvê be.
Tûra 8’an a hevdîtinên cinêvê ya di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi armanca çareserkirina şerê navxweyî yê Sûriye ku bi daxuyaniya Berdevkê Ofîsa NY a Cinêvê Alessanda Vellûcî re pêk hat, bi hevdîtinên Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan De Mîstûra ya piştî nîvro bi heyetên muxalîf re destpê kir. Heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Nûnerê Herdemî yê NY ê Sûriyeyê Beşar Caferî ku heta duh nediyar bû bê ka tevlî hevdîtinên Cinêvê bibe yan ne, diyar bû ku wê sibe li Cinêvê be.
Tevî ku ne hê diyar nebûye bê ka heyeta rejîmê wê tevlî hevdîtinên Cinêvê bibe yan ne, Nûnerê Taybet ê NY’yî yê Sûriyeyê Staffan De Mîstûra, bi muxalîfên tevlî hevdîtinên sêwan ên di bin serokatiya Hasir Harîrî de ye, nêzî 2 saetan hevdîtin pêk anî.
Mîstûra yê piştî civînê û şûnde daxuyaniyek kurt da çapemeniyê, diyar kir ku di çarçoveya hevdîtina de di saetên sibê de bi nûnerên Rûsya, DYA, Çîn, Fransa û Îngilîstan ên 5 endamên herdemî yên NY’yî yê ne re hevdîtin kirine.
Mîstûra têkildarî hevdîtinên bi heyetên muxalîf re zêde agahî parve nekir, destnîşan kir ku di çarçoveya hevdîtinên Cinêv-8 ji bo bi muxalîf û heyeta rejîmê re rast e rast hevdîtinê bikin, ketine nava hewldanan.
Piştî civîna bi De Mîstûra re hate kirin û şûnde, di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê muxalefetê hate kirin, hate diyarkirin ku rejîm ketiye nava hewldanên taloqkirina hevdîtinên Cinêvê.
Di çarçoveya hevdîtinên 30’ê Hezîrana 2012’an û vir ve di pêşengtiya NY’yê de bi armanca çareseriyekî siyasî ya ji bo şerê navxeyî ya li Sûriyeyê hatî destpêkirin, heta roja îro alî li Cinêvê 7 caran hatine gel hev û heta niha ti encam nehatiye bidestxistin.
Li herêm beşên muxalîf ên ku ne di aliyê siyasî û ne jî aliyên leşkerî xwedî însyatîf in, daxwazî hevdîtinên Cinêvê hatine kirin, rêveberên Federasyona Bakurê Sûriye ku di aliyê leşkerî û siyasî de xwedî cihekî girîng in, tevlî hevdîtinan nabin.