Dê di Newrozê de jî li Nobeta Azadiyê bin

Dê di Newrozê de jî li Nobeta Azadiyê bin

Nobeta Azadiyê ya bê dem ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Franse Strasbourgê hatiye destpêkirin di roja 268’êmîn de ye. Nobet vê hefteyê ji aliyê koma ku ji bajarê Hamburg a Almanyayê hat ve dewr hate girtin.

Heta niha di çalakiyê de nêzî 3 hezar îmze hatine berhevkirin û bi hezaran belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin.

Bi vî awayî nobeta azadiyê ya ku ji bo azadiya Ocalan li Strasbourgê hatiye destpêkirin 38 hefte li pişt xwe hişt. Koma ku ji bajarê Hamburga Almanyayê hat nobetê ji koma ji Bremena Almanyayê hatibû dewr wergirtin.

BANGA JIBÎRNEKIRINA CIDIYET Û GIRÎNGIYA ÇALAKIYÊ

Koma ku ji Hamburgê hat ku di nava wan de xwendekar jî hene, bêyi ku guh bidin hewaya sar û baranê ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dikin.  Çalakger broşura bi sernava “Who is Ocalan?” (Ocalan kî ye?) a ku biyografiya Ocalan vedibêje belav dikin.

Li ser navê komê Alî Ugler axivî û bal kişand ku nobeta azadiyê ji 25’ê hezîrana 2012 ve berdweam dike û got ku li ku dibe bila bibek, kengî dibe bila bibe, gelê Kurd amade ye ku ji bo azadiya Ocalan her tiştî bike.

Ulger ku diyar kir ku ew ê li ber Konseya Ewropayê Newroza xwe pîroz bikin, li ser navê koma Hamburgê Newroza Kurdistanî, gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî gerîlayên Kurdistanê pîroz kir.

39 HEFTE NE HER ROJ NOBET HEYE

Nobeta azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê her hefte ji aliyê komên ji 4 -7 kesan pêk tê ve dewr tê girtin. Kom ji Kurdên ku ji her çar aliyên Ewropayê û nunerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê pêk tê. Nobeta azadiyê ku 25’ê Hezîrana 2012’ê dest pê kir, di hefteya 38’emîn de ye. Di çalakiyê de heta niha ji bo azadiya Ocalan zêdetirê 3 hezar îmze hatine berhevkirin û nêzî 50 hezar belavokên ji biyografiya Ocalan pêk tên hatine belavkirin.