Dê alîkariyên Swêdê ji bo saziyên sivîl yên Tirkiyeyê bidomin

Dê alîkariyên Swêdê ji bo saziyên sivîl yên Tirkiyeyê bidomin

Seroka Alîkariya Derve a Swêdê Gunîlla Carlsson diyar kir ku, ew li bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin dişopînin û wiha got: “Em alîgirên aştiyê ne û em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane û bi riya diyalogê bê çareserkirin.”

Seroka Alîkariya Derve a Swêdê Gunîlla Carlsson di derbarê pêvajoya ku bi peyamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza dîroka ya Amedê de hat xwendin de û pê re nîqaşên li ser pêvajoyê destpêkir de axivî û diyar kir ku, divê pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane bê çareserkirin û demildest muzakere bên destpêkirin û wiha got: “Ji bo ku em jî di xebatên çareserî û aştiyê de cihê xwe bigirin, em ê piştgirî û alîkariyê bidin Saziyên Sivîl ên li Tirkiyeyê û Kurdistanê.”

GOTINÊN DEREW

Di mehên borî de ji Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî a ku girêdayê Wezareta Maliyê a Swêdê ye diyar kiribû ku, endamên Kooperatîfa Jinan a Tîrêjên Rojê a ku li Amedê ye alîkariyn ku ji bajarê Swêdê jê re hatiye ji Tevgera Azadiya Kurd re şandine. Ev îdiayên ku hatin gotin ji aliyê welatiyên ku li Swêdê dijîn de rastî bertekên tund hatin. Bi vê minasebetê 33 Rêxistinên Civakên Sivîl li hemberî vê  yekê bi awayeke hemdem daxuyaniyekî dabûn û di daxuyaniyê de diyar kiribûn ku, divê hikûmeta AKP’ê ji sekna xweya li hemberî jinê rawestîne û dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj a li ser jinê berde. Piştî daxuyaniyê ku hatibûn dayîn de Rêxistinên Civakên Sivîl diyar kirin ku, divê di derbarê bûyerê de Wezareta Alîkarê Derveyê Swêdê daxuyanî bide çapemeniyê.

 

ZEXTÊN LI SER ZIMAN

Têkildarî mijarê de roja çarşemê heyeta ku ji rojnameger-nivîskar Kurdo Baksî, ji Komîteya Mafê Kurdan a Stockholmê Naîle Aras û Serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê a Swêdê-Tirkiyeyê Murat Kuseyrî pêk dihat bi Seroka Alîkariya Derve a Swêdê Gunîlla Carlsson re hevdîtin pêk anîn. Kurdo Baksî bal kişand ser binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê û girtiyên rojnameger û siyasetmedaran bibîrxist û wiha got: “Em dixwazin ku mafê kurdan hemû bê dayîn. Li Tirkiyeyê li ser zimanê kurdî û çanda kurdan de hêj neheqî û zext berdewam dikin, divê demildest hikûmeta tirk dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Di nava 13 salan de çapkirina pirtûkan a li Swêdê deh qat ji çapkirina a li Tirkiyeyê zêdetire. Divê polîtîkayên tunekirinê û înkarkirinê neyê meşandin.” 

 

DIBIN NAVÊ AŞTIYÊ DE

Ji Komîteya Mafê Kurdan a Stockholmê Naîle Aras jî axivî û destnîşan kir ku, heta niha ew gelek ji saziyên jinan re alîkariyê kirine û di derbarê gotinên ku van alikariyan tev digihîjin Tevgera Azadiyê jî derewand û wiha pêde çû: “Em dê her tim alîkariya xwe a li hemberî saziyên jinan berdewam bikin. Alîkariya ku em ji saziyên jinan re dikin hêz dide mafên jinan. Serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê a Swêd-Tirkiyeyê Murat Kuseyrî jî axivî û li ser pêvajoya ku niha nîqaşên wî tê kirin rawestiya û wiha got: “Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Azadiya Kurd agirbest îlan kir û li hember vê yekê hikûmeta AKP’ê jî diyar kir ku, ew alîgirê aştiyê ye lê belê dibin navê aştiyê de niha jî çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin, siyasetmedarên Kurd têne girtin û polîtîkayên qirêj hêj têne meşandin.” 

 

BINPÊKIRINA MAFAN

Seroka Alîkariya Derve a Swêdê Carlsson diyar kir ku, pêşketinên li Tirkiyeyê, binpêkirinên mafên mirovan û rewşa rojnamevanan ji nêz ve dişopînin û binpêkirinên ku qala wan tên kirin di hevdîtinên bi rayedarên tirk re tînin rojevê. Carlsson aşkera kir ku, Tirkiye alîkariya derve naxwaze û wiha axivî: “Lê em dê ji bo mafên mirovan bi hêz bikin û Tirkiyeyê bigirin Yekitiya Ewropayê, ci ji destê me bê em dê bikin.” Carlsson di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku, ew alîgirin ku pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin. Carlsson bi lêv kir ku, ji bo Tirkiye bikeve Yekitiya Ewropayê, pêwîste kêmasiyan ji holê rake û Krîterên Kopenhagê pêk bîne.

QIRKIRINA SIYASÎ

Her wiha pêr jî di Parlamentoya Swêdê de, stratejiya Swêdê ya Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. Parlamenterê Partiya Çep Jacob Johnson bal kişand li ser bi hezaran kesên ji doza qirkirina siyasî hatine girtin û ev tişt got: “Li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedarên Kurd bi sûcdariya endamê KCK’ê ne bi salane di girtîgehê de ne. Ev bi serê xwe binpêkirina mafên mirovane. Di sala 2005’an de heta niha di binpêkirina mafên mirovan de zêdebûnek heye. Divê rêxistinên sivîl yên Swêdê, alîkariya xwe berdewam bikin.”

 

Serokê Alîkariya Derve Carlsson, di dema hevdîtina bi Serokomar Abdullah Gul re diyar kiribû ku, divê partiyên desthilatdariyê û muxalefetê bi heman helwestê tevbigerin û anîna rojevê ya binpêkirinê mafan yên li Tirkiyeyê jî erênî dîtibû. Carlsson destnîşan kir ku, di salên 2005-13’an de wan 400 milyon kron alîkarî daye Tirkiyeyê û aşkera kir ku, ew dê di rojên pêş de jî alîkariya xwe berdewam bikin.