DBP: Faşîzim gefa qirkirinê li Rojhilata Navîn zêdetir dike
Komîsyona Jinan a DBP’ê bi boneya salvegera Qetlîama Civaka Êzidî ya li Şengalê daxuyaniyek da û bal kişand ku faşîzim gefa qirkirinê li Rojhilata Navîn zêdetir dike.
Komîsyona Jinan a DBP’ê bi boneya salvegera Qetlîama Civaka Êzidî ya li Şengalê daxuyaniyek da û bal kişand ku faşîzim gefa qirkirinê li Rojhilata Navîn zêdetir dike.
Komîsyona Jinan a DBP’ê bi boneya 4’emîn salvegera Qirkirina Civaka Êzidî ya li Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dewlet û hêzên desthilata bi polîtîkaya qirkirinê ya li ser civaka Êzidî a bi destê çeteyên DAIŞ’ê, li dijî civaka Êzidî bi fermana 73’an weke şerma herî mezin a dîroka mirovahiyê cihê xwe girtine.”
Di dewama daxuyaniyê de ev xisûs hatin destgirtin:
“Bi êrîşa li ser Şengalê re bi hezaran mirov neçar man ji cih û warên xwe koçber bibin, bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de firotina wan a li sûkan dewam dikin. Faşîzma mêr a qirkirin olî-mezhebî ya li ser civaka Êzidî hate kirin, gefeke metirsîdar û qirkirineke li dijî hemû gelên li ser xaka Rojhilata Navîn bi her aliyê xwe ve mezin û belav dibe ye.
‘LI KAMPAN RÛMETA MIROVAN HATE BINPÊKIRIN’
Bi qirkirina li Şengalê re em xwedî li civaka Êzidî derketin. Şaredariyên me li kampên ku civaka Êzidî lê hatin bi cihkirin, ji bo bikarin li gorî bawerî û çand û nasnameya xwe bijîn qadên taybet hatin avakirin. Bi wezîferdarkirian qeyûman a ji bo şaredariyên me, welatiyên em yên Êzdî li kampên AFAD ên di bin banê qirkirina çandê de hatibû avakirin gelê me neçarî koçberî û rêya Ewropayê haitn kirin. Pêkanên dij mirovahiyê ku rûmeta mirovan dişkîne hatin mehkûmkirin.
BANGA ‘ROJA ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ’
Weke komîsyona Jinan a DBP’ê di salvegera 4’an a Qirkirina Êzidiyan de banga 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyên Navneteweyî ya li dijî Qetlîam û Qirkirina Jinan’ bê nasîn.