DBP’ê weşanên medyaya alîgir ên wê dikin hedef şermezar kir
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê weşanên medyaya alîgir ên partiya wan hedef digirin şermezar kir.
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê weşanên medyaya alîgir ên partiya wan hedef digirin şermezar kir.
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP)’ê weşanên medyaya alîgir ên partiya wan hedef digirin şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî de DBP’ê de bal kişand medya alîgir li gorî polîtîkayên desthilatdariya siyasî şêwe digire.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Gotinên Bulent Arinç ên herî dawiyê piştî teqîna li Pirsûsê rû da de xwestiye HDP’e ya em jî pêkhateyek a wê ne ve têkildar bike. Medya alîgir jî tişta ku îro dikeve ser milen xwe dike û ketiye pey van gotinan, lêkolînek a di dema teqîn pêk hat, ka kî li ku derê û çi dikir kiriye. Çawa ku Bulent Arinç gotiye, “Çima li wir HDP’yî nebû.” Medya alîgir jî lêkolînek a ka di wê saetê de şarêdarên me li ku derê bûn û çi dikirin kiriye. Star Haber diyar kiriye ku Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal demeke kurt ji beriya teqînê derbasî Kobanê bûye û piştî teqînê di demek kurt de jî vegeriya ye, di berdewama nûçeyê de jî, ji nûçegihantiyê wêdetir weke polîsê lêpirsînê bi dehan pirs rêz kiriye. Jixwe di kurtahiya nûçeyê de jî tê fêmkirin ku hevşaredarê me bêyî agahiya wî ji teqînê hebe diçe Kobanê, piştî ji teqînê agahdar dibe jî vedigere Pirsûsê. Tê xwestin ku li ser vê rewşê nêrîneke ku peywendiya hevalê me bi teqînê re heyî çêbikin.”
DBP’ê got, “Weke ku heya niha em ê ji niha û pêde jî li hemberî kesên ku rastiyan berevajî dikin bisekinin û em vê yekê bi hemû raya giştî re parve dikin. Em carekî din kesên ku bi vî awayî ji nûçegihantiyê dûr nûçeyan çêdikin şermezar dikin.”