Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), têkîldarî kuştina Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov a li Enqereyê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de sersaxî hat xwestin, wiha hat gotin; “Di encama sûîqestekê de kuştina Andrey Karlov, di warê ewlekarî û îtîbara welatê me de kulfetek giran çêkiriye. Divê hikûmet para xwe tê de bibîne û hesab bide. Divê ev bûyer demildest bi tevahî milên xwe bê ronîkirin.”
‘LI DIJÎ MÛXALÎFAN ÊRÎŞ, CÎHADÎSTAN AZADÎ!’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdariya heyî bi polîtîkaya ‘ewlehî’ û feraseta xwe ve li dijî hêzên demokrasî, nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl û Kurdan şerekî giştî daye destpêkirin, wiha hat gotin; “Li dijî hêzên demokratîk û pêşverû her tim di alarmê de ye û bikaranîna mafekî herî biçûk jî asteng dike. Desthilatdariya heyî ku bi nêzîkbûna xwe ya komên Selefî û cîhadîst tê zanîn, nerazîbûnek herî biçûk a hêzên demokratîk û pêşverû, nivîsek yek hevok jî mîna mijarek ewlehiyê bi dest digire, lêpirsîn û darazê dike. Li hemberî nerazîbûnek herî biçûk a civakî, meş û mîtîng, komkirinek mezin a ewlehiyê dike, tevahî yeke û enerjiya ewlehiyê ya dewletê ji bo vê bi kar tîne. Ji milekî ji bo polîtîkayên şaş ên li beramberî hêzên pêşverû û demokratîk tên şopandin ti deng jê nayê, komên ku cîhadîzmê û Selefîtiyê mezin dikin jî dikarin bi hêsaî çalakî û protestoyên ku siberoja welêt tehdîd dikin li dar bixin.”