DBP: DAIŞ’ê Alpay qetil kir

DBP: DAIŞ’ê Alpay qetil kir

Rêxistina DBP’ê ya Edeneyê diyar kir ku Ahmet Alpay yê li navçeya Yuregîr a Edeneyê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye, dema kurê xwe ji alîgirên DAIŞ’ê diparast hatiye qetilkirin.

DBP’a Edeneyê der barê qetilkirina Ahmet Alpay de daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê DBP’a Edeneyê Ugur Bayrak der barê mirina Ahmet Alpay yê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatiye qetikirin de, nûçeyên ku hewl didin bûyerê bi ciwanên Kurd ve eleqeder bike tên weşandin.

ALPAY NE KURDAN DAIŞ’Ê QETIL KIR

Bayrak diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê çûne mala Ahmet Alpay û xwestine ku kurê wî Veysî Alpay jî tevli êrîşên hovane bike û li ser vê bûyer derketiye û got: “Alpay dibêje ku kurê wî tevli wan nabe û bi wan re dê tevnegere û li ser vê bi kêrê birîndar dike û piştre jî bi çekê qetil dike. bi heman awayî kurê wî Veysî jî dibêje ez tevli we nabim û êrîşê gel nakim û li ser vê ev jî rastî êrîşê tê.

POLÎS MIRINAN TEMAŞE DIKE

Li gel hemû rastiyan jî  polîs û walîtiyê bûyer temaşe kirine û tenê mudaxaleyê çalakiyên ciwanên Kurd kirine û zerar dane gel. Bayrak diyar kir ku divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk li dijî bûyeran hestiyar tevbigerin.