Dayîkên Şemiyê qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir
Dayîkên Şemiyê qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir
Dayîkên Şemiyê qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de 3 jinên siyasetmedar ên Kurd bibîr anîn û qetilkirina wan şermezar kir.
Dayîkên
Şemiyê, li kolana Orhan Dogan li ber dibistana Amadeyî Cizîrê kom bûn û
çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Dayîkan dîsa wêneyên windayan
ên di salên 1990\'an de ji aliyê polîs, tîmên taybet, leşker, cerdevan û
endamên JÎTEM\'ê ve hatin windakirin bilind kirin. Gelek malbatên
windayan û rêveberên MEYA-DER û KURDÎ-DER tevlî çalakiyê bûn. Li ser
navê Dayîkên Şemiyê Ayşe Dayan, axaftin kir û qetilkirina 3 jinên Kurd
sazûmankara PKK\'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK\'ê ya Parîsê Fîdan Dogan,
Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9\'ê Çileyê de li Parîsê
hatin kuştin şermezar kir. Dayan diyar kir ku, heta qetilkirin ronî bibe
dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: \"Em tu carî şehîdê xwe ji
bîr nakin. Em dê heta dawî di rêça wan de bimeşin.\"
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.