Dayikên şemiyê ligel sermayê wenda pirsîn
Dayikên şemiyê ligel sermayê wenda pirsîn
Dayikên şemiyê ligel sermayê wenda pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Cizirê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê çîroka Fîkrî Şen ê di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hat revandin û carek din nehat dîtin hat xwendin. Dayika Fîkrî Şen Adile Şen, axivî û got: "Kê zarokên me winda kirin? Ma min zarokên xwe qetil kirin? Ka hestiyên wan li ku ne?"
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin û bixwazin winda bên dîtin, di hefteya 248'an de bi silogana "Bila winda bên dîtin, hesap bê pirsîn" li ber Lîsay Cizîrê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê li gel baran û hewaya sar dîsa li ber dîwarê lîseyê li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD û MEYA-DER'ê jî amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de jî aqûbeta Fîkrî Şen yê di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hat revandin vegot. Adile Şen, diyar di sala 1994'an de gundê wan Bana hat valakirin û koçî gundê Findkê bûn. Şen, anî ziman ku gundê wan û xaniyên wan hat xerakirin û hemû sevalên wan hatin kuştin û wêrankirin. Şen, anî ziman ku hemû mal û mulkê wan ji aliyê leşkeriyê ve hat talankirin û desteserkirin. Şen, da zanîn ku leşker di saetên êvarê de li gel muxtarê gund hat kurê wê ji malê birin û piştî kurê wê binçavkirin carek din nehat malê.
Dayika Şen, anî ziman ku gelek dayik bi şopa aqûbeta zarokên xwe ketine û wiha got: "Kê zarokên me winda kirin? Ma min zarokên xwe qetil kirin? Ka hestiyên wan li ku ne? Duh 2 endamê JÎTEM'ê serbest hatin berdan. Kujer serbest tên berdan û kujer nayên dîtin."
Nûnerê ÎHD'ê ya Cizîrê Abdulkerim Pusat jî anî ziman ku dê her dem li cem dayikan cih bigirin û heta aqûbet ronî bibe û hesap bê pirsîn dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Pusat, anî ziman ku di doza JİTEM'ê ya Amedê de endamên JÎTEM'ê Hidir Altug û Firat Altin (Abdulhakim Güven) serbest hatin berdan. Gelo ev tê wateya kijan peyamê."
Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk ankîn û belav bûn.