Dayikên Şemiyê: Em naxwazin li welatekî riziyayî bijîn!

Dayikên Şemiyê li aqûbeta parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993'an de hatin kuştin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin, cara 620'an li Meydana Galatasarayê li hev civiyan. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û lîstikvan Nûr Surer jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya ku hevalên hev bûn û di sala 1993'an de li Elezîzê bi 'kiryar nediyar' hatin kuştin, hat pirsîn.

Di destpêka çalakiyê de birayê Suleyman Cîhan ê hat windakirin, Ahmet Cîhan axivî. Cîhan da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê timî zext li mirovên ji bo mafên mirovan têdikoşin tê kirin û anî ziman, li şûna parêzvanên mafên mirovan ên di salên 1980'î de hatin kuştin, îro parêzvanên mafên mirovan cih digirin, ku li dijî şîdet, zext û binçavkirinê li ber xwe didin.

Cîhan got, "Berpirsyarê hemû karê neqanûnî yên dewletê, hikûmet û desthilatdarî ye. Di nava 15 salên dawî de, ji ber nerazîbûnên civakî hinekî hêvî bi me re peyda bû, lê belê dozên me her carê bê encam man. Hûn ê nikaribin ji berpirsyariyê birevin. Em naxwazin li welatekî riziyayî bijîn. Em dixwazin li welatekî demokrasî lê heye, bijîn."

Xwişka Dr. Hasa Kaya Havva Kaya ku bi zorê karîbû baxive got, "Gelekî girîng e ku her hefte li vê derê em li mafê xwe digerin. Min jî xwest li vir bim. Ew zarokên me ne. Mixabin dewletê ev êş bi me da kişandin. Em têkoşîna xwe ya şexsî dimeşînin. Em dewletê dinasin. Berpirsyariya vê qirêjiyê di stuyê hikûmetê de ye. Heta ku ev sîstem neyê guhertin, wê hêvî bi min re peyda nebe."