Dayikên Şemiyê: Di lêpirsînkirina Elçî de dibe delîl werin reşkirin

Dayikên Şemiyê yên ku bi salan e têkoşina cînayetên kiryar nediyar dimeşinin, vê hefteyê ji bo qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî fikarên xwe anîn ziman

Dayikên Şemiyê yên ku bi salan e têkoşina cînayetên kiryar nediyar dimeşinin, vê hefteyê ji bo qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî fikarên xwe anîn ziman û dayikan diyar kirin ku dibe di lêpirsinê de delîlên heyî bidin windakirin û banga xwedî derketinê kirin. 

Dayikên Şemiy, yên ku bi salane têkoşina cînayetên kiryar nediyar dimeşînin û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê ku her tim gel wan bû li ser qetilkirina wî gûmanên xwe diyar kirin ku di lêpirsinê de delîlên heyî bidin windakirin û banga xwedî derketinê kirin.

Dayikên Şemiyê daxwaz kirin mirovên wan ên dema binçavkirî û lêpirsinê de hatine windakirin, berpirsiyarên wan werin dadgehkirin, di hefteya 558’ân li ber deriyên Qada Galatasarayê ji bo adelatê kom bûn. 

Di çalakiyan de pankarta “ Fail diyar in, winda li kuderê ne” vekirin, wêneyên kesên hatine binçavkirin û yê Tahîr Elçî hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdarê hatibû qetilkirin daxwaz kirin ku kujerên wî werin dîtin. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Nivîskar û lêkolînvan Îsmaîl Beşîkçî, Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmed Emin Aktar jî piştgiriya çalakiyê kirin. 

Di destpêka çalekiyê de keça İbrahim Demir ya bi navê Deniz Demir ya ku bavê wê di dema binçavkirinê de hatiye windakirin mafê axaftinê girt. Demir diyarkir ku Tahir Elçi parêzerê doza bavê wê bû û her wiha ji derveyi parêzertiyê jî aliyê mirovahî yê Elçî li pêş bû û wiha got: “Ji bo kujerê Elçî em derxin holê, em ê têbikoşin.”

Pişti Demir birayê Hasan Ocak yê bi navê Ali Ocak yê ku birayê wî di binçavkirinê de hatibû qetilkirin mafê axaftinê wergirt. Ocak diyar kir ku Elçî şoreşgerekî serî neditewand bû û wiha domand: “Elçî kesên ku gelê me bi Torosê spî dixwestin terbiye bikin, heman kesên ku dixwestin gelê me bi birçîbûn û bêaviyê terbiye bikin, van kesan Elçi qetilkirine.”
Hevalê Tahir Elçî û serokê berê yê Baroya Amedê Mehmed Emin Aktar ji destnîşan kir ku her kes hiqûqnasek winda kir, lê min dostek û birayek winda kir.” 

Herî dawi Cîgrê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû axivî û diyar kir ku 25 salan Elçî hem mexdûr, hem parêzer bû hem jî muşteki bû, niha jî maktûl e û wiha got: “Pêwist e ne bibûya maktûl. Baroya Amedê, baroyek pir girîng e. Bi qetilkirina Elçî ve nikarin baroyê pasîf bikin. Li Amedê bi dehan Elçî hene.”

Serokê Şaxa IHD’ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak metirsiya xwe ji bo lêpirsina doza Elçî anî ziman û wiha pê de çû: “Ev gotin çiqasî bi êş be jî niha dora me hatiye. Tu niha emanetê wijdanên me yî. Em ê jî bibin şopdarê doza te. Tiştên te ji bo me û mirovahiyê kirine, em ê ji bîr nekin.”