Dayîkên Şemiyê di hefteya 416’an de di çalakiyê de bûn

Dayîkên Şemiyê di hefteya 416’an de di çalakiyê de bûn

Dayîkên Şemiyê diyar kir ku meha adarê meha komkujiyane û di Komkujiya Helebçeyê de zêdehî 5 hezar kurd hatin qetilkirin û wiha gotin: "Li vî welatî hêj zarok bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Seddam ê ku bi hezaran Kurd li Helebçeyê qetilkirin hesab da. Hûnê kengî hesaba windayên me bidin?"

Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya hefteya 416'an bi pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin û di bin baranê de li dar xistin. Hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun destpêkê axivî û diyar kir ku, meha adarê meha komkujiyane. Tosun anî ziman ku, di sala 1988'an de li Helebçeyê zêdehî 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û wiha got: "Li vî welatî hêj zarokên me bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Roja borî me Komkujiya Gaziyê îro ji em Komkujiya Helebçeyê hebû em kîjan komkujiyê bînin ziman. Canên me winda ne û hêj jî tên windakirin. Bi bavên sedan zarokan an hatine windakirin û an jî hatine girtin. Seddam ê ku li Helebçeyê bi hezaran kurd qedilkirin hesab da. Hûnê kengî hesaba windayên me bidin? Heke dawiya we weke ya Saddam nebe windayên me derbixin holê. Heta em windayên xwe peyda dikin em dê têkoşînê bidomînin û hesabê bipirsin."

'MEHMET AGAR Ê KU BIRAYÊ MIN KUŞT NIHA DI GIRTÎGEHÊ DE WEKE QRALAN DIJÎ'

Birayê Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980'an de li Erdexanê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku, 416 heftane li Qada Galatasarayê ew êşan dijîn lê kesên rêveber vê qêrînê nabihîzin û wiha got: "Daxwaza me edalet û hestiyên windayan in. Êdî gotinên me tunene. Bila mirovahî şerm bikin"

Pismamê Yusuf Erîştî ê ku di 14'ê Adara 1991'an de hate windakirin Hasan Erîştî jî wiha got: "Naziya Almanyayê ji li kolanan mirov qetil dikirin. Yusuf Erîştî jî di nava rojê de hate binçavkirin û hate windakirin." Hasan Erîştî jî diyar kir ku qatilê Erîşt Mehmet Agar e û wiha got: "Em dixwazin kiryar bên dîtin."

Hasan Erîştî anî ziman ku hêj bavê Yusuf Erîştî Bekîr Erîştî rastî gefan tê û wiha axivî: "Hêj mamê min ji aliyê leşkeran ve rastî tacîzên devkî yên 'Yusuf Erîştî li ku ye?' û 'çima ji gundê we îtîrafkar derneketin' tê." Xwişka Yusuf Erîştî Zehra Erîştî jî wiha got: "Mehmet Agar ê ku birayê min kuşt niha di girtîgehê de weke qralan dijî. Bila Serokwezîr ji Mehmet Agar pirsa birayê min çilê kir bi pirse. Behsa aştiyê dikin aştî wisa pêk nayê."

'LI VIR DÊ CENAZEYÊ TE DERBIKEVE TU KES NABIHÎZE'

Daxuyaniya hefteyê Mîne Nazarî xwend û diyar kir ku, Yusuf Erîştî di 14'ê Adara 1991'an de li derdorên Belgradkapiyê hate binçavkirin û birin Şaxa Gayrettepe. Nazarî, anî ziman ku kesên wê demê hatin binçavkirin gotin polîsan ji Erîştî re gotin, "Dema me tu binçav kirî me derbasî qeydan nekir li vir cenazeyê te dê derbikeve tu kes nabihîze." û wiha got: "Bavê wî Bekîr Erîştî di serî de Serokomar Turgut Ozal ji 30 saziyan re bi daxwaznameyan serlêdan kir û lê tu bersiv negirtin. Dewletê her tim binçavkirina Yusuf înkar kir. Di dema Erîştî hate binçavkirin Mehmet Agar Midûrê Polîsan bû, Abdulkadîr Aksu Wezîrê Karên Naxweyî bû, Yildirim Akbulut jî Serokwezîr bû. Ji windakirina Yusuf Erîştî ev kes berpirsyar in."