Dayikên Plaza de Mayo çalakiya xwe diyarî Kobanê kirin
Dayikên Plaza de Mayo çalakiya xwe diyarî Kobanê kirin
Dayikên Plaza de Mayo çalakiya xwe diyarî Kobanê kirin
Dayikên Plaza de Mayo, çalakiya xwe ya vê hefteyê diyarî Kobanê kirin. Li paytexta Arjantîn Buenos Aîres dayikên ku xizmên xwe di dema dîktoriyê de winda kirin ku her Pêncşem li Plaza de Mayo (Qada Gulanê) de çalakiyê li dar dixin çalakiya xwe ya vê hefteyê diyarî Kobanê kirin.
Li Arjantînê dayikên di dema dîktoriyê de xizmên xwe winda kirin çalakiya xwe ya 9’ê Cotmehê Pêncşemê (duh) pêk anîn diyarî Kobanê kirin.
Di çalakiya ku saet 15.00’an li Plaza de Mayo de di bin barana dijwar de pêk hat, Kurd û nûnerên Komîteya Piştgiriya Amerîkaya Latîn û Kurdistan destek dan dayikan. Di çalakiya ku saetekê dewam kir, dayikan pankartên, “Em li cem gelê Kobanê yê li hember DAIŞ, emperyalîzmê, NATO û Tirkiyeyê li ber xwe didin cih digirin”, “Bijî Berxwedana Kobanê” hilgirtin. Dayik her wiha bi alên YPG, YPJ û PKK’ê meşiyan.
Berdevka Dayikên Plaza del Mayo Nora Cortîna, diyar kir ku gelê Kobanê ne bi tenê ye û diyar kir ew li gel jin û zilamên li Kobanê bi qehremanî li ber xwe didin cih digirin.
Cortîna axaftina xwe wiha domand, “Her wiha em ê her cure komkujiya li Rojava û Kobanê pêk tê yan jî pêk were em ê wek berpirsiyar ji Tirkiye û mutefîkên wê yên DAIŞ afirandin hesab pirs bikin.”