Dayikên li Gebzeyê: Em ê heta dawiyê xwedî li zarokên xwe derkevin
Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, xwestin li pêşiya girtîgeha Gebzeyê çalakiyekê li dar bixin. Çalakiya dayikan hate astengkirin.
Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, xwestin li pêşiya girtîgeha Gebzeyê çalakiyekê li dar bixin. Çalakiya dayikan hate astengkirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Dayikên girtiyan ji bo ku piştgiriyê bidin zarokên xwe xwestin çalakiya nobedê li dar bixin. Polîsan dayik asteng kirin. Dayik dema ber bi Girtîgeha Gebzeyê ketin rê, polîsan dora wan girtin û li GBT’ya rojnamegeran nihêrin.
Polîsan bi darê zorê xwestin dayîkan li taksiyan siwar bikin û nehiştin ku rojnameger van dîmenan qeyd bikin.Polîsan dîmenên di telefona rojnameger Serpîl Unal de jêbirin.
Dayikan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin û bal kişandin ser vî tiştî ku wê sibê jî werin pêş girtîgehê.