Dayikên li Bakirkoyê bi lêdanê hatin destgîrkirin-HATE NÛKIRIN

Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek dayik bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Derb li dayikên li Bakirkoyê xistin û destgîr kirin
Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek dayik bi lêdanê hatin destgîrkirin.

stenbol

Polîsên Tirk dîsa êrîş birin ser dayikên ku dixwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya nobetê bigirin. Di çalakiyê de ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandin ser grevên birçîbûnê, dema ku dayik ber bi girtîgehê ve xwestin bimeşin polîsên Tirk teror li ser dayikan kirin. Polîsên Tirk derb li dayikan dan û ew destgîr kirin. Her wiha parlamenter û parêzerên ku xwe dane ber dayikan jî derb xwarin. Dayikek ji hiş çû û kete erdê. Girseya ku destek dida dayikan hate dûrixstin, wekîlên HDP'ê Huda Kaya û Gulîstan Koçyîgît ji bo êrîşa li ser dayikan şermezar bikin dest bi çalakiyan rûniştinê kirin.


KAYA: ME DÎT KU ÇAWA JI DAYIKÊN ÇARIKSPÎ DITIRSIN

Kaya êrîşa li ser dayikan şermezar kir, greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi bîr xist û got, ''Îro me careke dî dît ku desthilata Qesra ji dayikê me ditirse. Me dîsa dît ku çawa bi tirs û hêrseke mezin êrîşê tînin ser dayikên me yên çarikspî.''

Kaya bi berdewamî got ew dixwazin rê lê were vekrin da ku dawî li rojiya mirinê û greva birçîbûnê were.

KOÇYÎGÎT: DESTHILATA RIZΠ

Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê Gulîstan Koçyîgît jî êrîşa li ser dayikan şermezar kir û got, ''Îro tişta ku li vir dibe nîşana  rizîbûnê, nehqiyê, nehiqûqiya desthilatdariyekê ye.''

'DAXWAZA ZELAL E; DIVÊ TECRÎD RABE'

Koçyîgît got li girtîgehan zaroyên dayikan hene, her kêlî dihelin û ti kes nikare li bara vê rewşê bêdeng bimîne û bisekine. Koçyîgît got, ''Em derbên ku li dayikan hatine xistin careke dî şermezar dikin. Tişta ku li vir hate kirin li ber çavan e. Divê daxwaz werin bicihanîn. Daxwaze zelal in. Daxwaz ew e ku Rêzdar Ocalan parêzerên xwe bibîne. Mirov ji bo vê di greva birçîbûnê de ne. Ma dikarin ji me bixwazin ku li bara rojiya mirinê em xwe nebihistî bikin? Dayik li vir dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmetê. Dixwazin pêşî li mirina zarokên xwe bigirin. ''