Dayikên Aştiyê peyam dane Barzanî: Hişê xwe bîne serê xwe!

Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê êrîşên PDK’êyên bi ser Şengalê de şermezar kirin û li dijî Barzanî helwesta tund nîşan dan: ‘’Barzanî jî weke DAIŞ’ê li Şengalê dixe. Bila hişê xwe bîne serê xwe!

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Imzîrê êrîşa komên çekdar ên bi ser PDK’ê ve yên li ser Şengalê şermezar kirin û bi bîr xistin ku dema ku DAIŞ êrîş bi ser Şengalê de biriye wan gel bi dest DAIŞ’ê ve berdane. Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Izmîrê li bînahiya DBP’ê ya Bajêr êrîşan hêzên bi ser PDK’ê ve yên li ser Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Di civînê gelek kes amade bûn, li ser navê Meclîsê Behiye Yalçin axivî, bi bîr xist dema ku DAIŞ’ê bi ser Şengalê girtiye pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve gel bê parastin hiştine, bi dest DAIŞ’ê ve hiştine û got, ‘’Heke Barzanî Şengal bi dest DAIŞ’ê ve bernedaya wê niha bi hezaran jinên Êzîdî ne di destê DAIŞ’ê de bûna.’’

‘ÛCDANÊ TE REHET E?’

Yalçin wiha domand: ‘’Niha Barzanî xwe kiriye maşik. Kî çi jê bixwaze wê dike. Barzanî kuştina birayan dike. Ferqa Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat nîn e. Bira ne. Bila êrîş ali ser Şengalê û zilmê bi dawî bike. Dev ji vê xwefiroşiyê biqerin. Êdî bes e, bila xwîn neherike. Heta kengî wê pereyên gemarî û xwînî bixwaze! Navê Kurdan li nav dewletên dinyayê bila wiha qirêjî neyê hildan. Barzanî jî weke DAIŞ’ê niha li Şengalê dixe. Em êrîşa bi ser Şengalê de şermezar dikin.

Cemîle Aydin jî di civînê de axivî û got, divê Kurd bi yekdestî xwe biparêzin. Aydin, ‘’Bila Barzanî hişê xwe bîne serê xwe. Bila bifikire, Kurd çi qasî hatin kuştin, ûcdanê wî çi qasî rehet e. Heke te parastina Şengalê bikira wê hevjîn, hevsera kesî, zarokê kesî nehatibûna kuştin, wê tecawiz li kesî nebûya.’’