Dayikên Aştiyê dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, dorpêça li ser Kampa Mexmûrê şermezar kirin.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî hewldana dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla artêşa Iraqê ve, li pêşiya avahiya Komeleya Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hediye Korkut axivî û got ku Mesûd Barzanî peywira xwe bi cih nayîne. Korkut, axaftina xwe wiha domand: “Xelkê Mexmûrê ji ber zilm û êşkenceya zaliman reviyan çûn wê derê lê heman zilm bi rêya Mesûd Barzanî tê domandin. Ha we bi têlan dor lê girt ha jî bi dîwaran, her du jî mîna zindanê ne. Em dixwazin zilma li wir bi dawî bibe. Dema em rewşa dayikên li wê derê dibînin dilê me dişewite. Ev bi salan e dilê me dayikan dişewite û em êşa wan dayikan hîs dikin. Em vê zilma li ser dayikan tê kirin fêm dikin. Ma ne şerm e? Hûn eziyetê li dayikan dikin û li ser wan zilmê dikin. Ma tişta hûn dikin şerm nîne?” 

Bi domdarî Korkut anî ziman ku xelkê Mexmûrê berdêlên gelek giran dane û axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin mîna girtîgehê li wargehê bikin. Di dema ketina wargehê de li nasnameyên xelkê wargehê dinêrin. Banga min ji bo Mesûd Barzanî ye; ya ku tê kirin eybeke mezin e û em vî tiştî şermezar dikin. Gavekê biavêje. Da ku em jî te wek birayê xwe bibînin û biratiya te qebûl bikin. Rêzê ji bo xwîna şehîdan bigire, rêzê bo dayikan bigire. Da ku em jî te bi vî awayî nas bikin. Kal, zarok û ciwanên me dibêjin ku em amade ne, canê xwe feda bikin. Guh bide wan, zilmê neke, ya ku tê kirin zilm e. Guh nede kesên zilmê dikin. Bi destê xwişk-birayên xwe bigire. Îro ne roja zilmê lê roja xwişk û biratiyê ye. 

Banga min ji bo jinên ji malbata Barzanî jî ev e; li me guhdar bin, bila dayik li malên xwe rûnin û ji bo aştiyê bila ev zilm bi dawî bibe. Bes e êdî bila birçî nemînin û zirar negihije tu kesî. Em naxwazin êdî tiştên bi vî rengî bibihîsin. Bila malbata Barzanî nebe şirîkê zilmê.”