Dayikên Şemiyê li aqûbeta şeş kesan pirsî

Dayikên Şemiyê li aqûbeta şeş kesan pirsî, ku 14'ê Hezîrna 1993'an piştî ku hatin destgîrkirin, hatin nebedîkirin.

Dayikên Şemiyê li aqûbeta 6 kesên pirsîn, ku 14'ê Hezîrana 1993’an  leşkeran li Gundê Bêpsînê ya Navçeya Sîlopî  ew destgîr kiribûn û li qereqolê nebedî bûn.
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 796'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa corona (Covid-19) li ser medya civakî çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Şemdin Culaz, Mehmet Salîh Demirhan, Halît Ozdemîr, Îbrahim Akil, Hamdo û Hikmet Şimşek pirsîn,  ku 14'ê Hezîrana 1993’an  li Gundê Bêspîn û Derecîkê leşkerên Tirk ew destgîr kiribûn û nema pêjn ji wan hat.
 
Hevjîna Şemdîn Culaz Mevlude Culaz, diyar kir ku di meha rojiyê de bûn û wiha got: "Em ji bo paşifa rojiyê hişyar bûn. Leşkeran bi ser gund de girt. Eskeran Abdurrahman û Şemdin birin. Ji wê rojê heta niha em tu agahiyê ji wan nagirin. Em dixwazin winda bên dîtin. Piştî winda bûn 4 sal şûnde em çûn cem Prz. Tahîr Elçî. Elçî bû parêzerê me. Lêgerîna me ji wê demê heta niha didome. Lê me tu encam bi dest nexistiye. Parêzerê me serî li Dadgeha Şirnex, Amed û Enqereyê da. Herî dawî ew jî kuştin. 
 
Kurê Mehmet Salih Demirhan, Yusuf Demirhan jî aqûbeta windayan pirsî û got: "Serê sibê leşkeran pehîn li derî xistin û ketin hundir. Em derxistin derve û bavê min birin. Piştre xanî şewitandin. Sax an jî mirî em dixwazin fêr bibin. Ger ku mirî be jî em dixwazin cenazeyê wî bistînin." 
 
Parêzer Mehmet Emin Aktar jî têkildarî pêvajoyê agahî da. Piştî Aktar vê hefteyê Xwişka Rojnameger Ferhat Tepe ê hat qetilkirin Ayşe Tepe daxuyanî xwend. Tepe got "Em di dojeha bê hiqûqî û bê Destûra Bingehîn de dijîn. 14'ê Hezîrana 1993'an  leşkeren Fermandariya Cendirmeyan a Sînor a 23'emîn ku Tuggeneral Mete Sayar fermandariya wê dikir, li ser GunDê Bêspînê de girt û 6 kes hatin destgîrkirin. Piştî Şemdin Culaz, Mehmet Salih Demirhan, Halit Ozdemir, Îbrahim Akil, Hamdo û Hikmet Şimşek destgîrkirin û hew pêjn ji wan hat. 
 
Tepe, bang li rayedaran kir û xwest berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.