Dayikên Şemiyê ji bo Tekîn kom bûn

Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn ê ku ji aliyê dewlet û JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, kom bûn.

Dayikên Şemiyê, di hefteya  914'emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza winda bên dîtin û faîlên wan bê darizandin bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Duzgun Tekîn (21) pirsîn ê ku bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihat nasîn. Tekîn beriya 27 salan li Stenbolê ji aliyê JÎTEM'ê ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Daxuyaniya ku ji bo çalakiyê hatibû amedekirin ji aliyê çalakvana Şemiyê parêzer Ummuhan Kaya ve hat xwendin.

Kaya, diyar kir ku sersariya rayedaran a li hemberî êşên giran ên xizmên windayan ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tên jiyîn, rêbazeke êşkenceyê ye û gotina "Ev sûc e" bi kar anî. Kaya ku çîroka Duzgun Tekîn ê 27 sal berê winda bûye vegot, destpêkê gotina dayika wî Elîf tekîn ya: “Kurê min tu li ku yî? Ez tevlî Dayikên Şemiyê bûm ku te bibînim. Ez bêbersiv im, ez bê rêber im" bi bîr xist.

Kaya, diyar kir ku dema windabûna xwe Tekîn ji bo sendîkayîbûnê têkoşiyaye û anî ziman ku wî ji malbata xwe re gotiye ku tim ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Kaya, anî ziman ku Tekîn plaqeya wesayîta ku li pey wî digeriya ji malê re ragihandiye û  diyar kir ku kesên bi cil û bergan cuda her tim li ber mala wî bûne. Kaya, derbarê Tekîn de ev tişt got: "Duzgûn Tekîn di 21’ê Cotmeha 1995’an de ji mala xizmê xwe yê li Stenbolê li semta Guneşlî li taxa Evrenê dima ji bo biçe cihê karê xwe yê li Bayrampaşayê derketiye û careke din agahî jê nehatiye girtin. Piştî wê rojê otomobîla ku li ber malê li bendê bû, careke din nehatiye."

Kaya, herî dawî bi lêv kir ku bavê wî Velî Tekîn hewl daye hestiyên kurê xwe bibîne lê bêyî ku bibîne jiyana xwe ji dest daye û dayika wî Elîf jî hîna li benda dîtina kurê xwe ye.