Dayikên Şemiyê ji bo Karakoç li hev kom bûn

Dayikên Şemiyê ji bo Ridvan Karakoç kom bûn, Karakoç 20’ê Sibata 1995’an hatibû destgîr kirin û piştre ji aliyê dewletê ve hatibû qetil kirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 725'an de ji bo aqûbeta nebediyan bipirsin û berpirs bên darizandin xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. Polîs carek din ji Dayikên Şemiyê re bûn asteng û destûr nedan çalakiyê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Polîsan hemû kolanên derdikevin ber avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Tevî vê dorpêçê jî dayikan li aqûbeta zarok û xizmên xwe pirsîn.

Dayikan tîşortên ku wêneyên nebediyan li ser wan bûn li xwe kirin û wêneyên nebediyan û qurnefil hildan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994'an de hatibû destgîr kirin û piştre cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat dîtin pirsîn û bibîr anîn.

Daxuyaniya vê hefteyê keça Fehmî Tosun ê di 1995'an de hate windakirin Besna Tosun xwend.

Tosun diyar kir ku ew li pey têkoşîna Dayika Şemiyê Asiye Karakoç têdikoşin, ku Karakoç 3 sal berê ji nava wan koç kiriye û got: "Ji bo Ridvan û hemû nebediyên me em edaletê dixwazin. Ridvan ji ber xwebatên xwe yên siyasî her tim di hedefa polîsan de bû. Her tim polîs li pey wî bûn û diavêtin ser mala wan, zextên giran li malbatê dikirin û gefên kuştinê li wan dixwarin. Parêzera malbatê Eren Keskîn û malbata Karakoç heta 15'ê sibata 1995'an jî jê agahî digirtin û ji vê demê şûn ve agahî nema ji wan hat. Hemû saziyên dewletê ji bo binçavkirina Ridvan Karakoç gotin 'ne li gel me ye.' Piştî 3 mehan malbata Hasan Ocak a li cenezeyê kurê xwe digeriya bi tesadufî di nav dosyeyên li Dozgeriya Beykozê de wêneyê Karakoç ku êşkence dîtiye di nav dosyeyê de dît. Piştre derket holê ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ye. Tevî ku kujerên Karakoç tên zanîn jî lê kujer bi faîltiya nediyar hatin parastin. Lê em li vir carek din dibêjin ku em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li aqûbeta windayan bipirsin. Em ê dest ji Galatasarayê jî bernedin."

Piştî Tosun, birayê Karakoç Hasan Karakoç jî got 24 sal in, ew li dijî bêedaletiyê têdikoşin. Karakoç da zanîn ku dosyeya doza birayê wî li refên tozgirî tê sekinandin û wiha got: "Wek serê derziyê jî pêşketin di dosyeyê de çênabe. Her tim em bi heman gotinan re hevrû dimînin û dosyeya me ya 24 salan bi dembihûriyê re rû bi rû ye. Tiştek ez ji bo birayê xwe bikim nemaye. Tenê gorek wî heye û dikarin ziyaret bikim û çîçekan deynim ser gorê. Me şîna xwe kir û êşa xwe kişand. Ji bo aqûbetê û faîl bên darizandin ez têkoşiyam. Ro li nîvro mirov hatin revandin û hatin qetilkirin. Kesî dengê xwe nekir. Me 24 sal berê li dijî van dest bixwîn û hêzên tariyên dewletê dest bi têkoşînê kir. Yên hatin windakirin zarokên vî welatî bûn. Li vî welatî mirovên av ji ber wan şolî nabe hatin windakirin û tunekirin. Yên 80 salî jî û yên 11 salî jî hatin windakirin lê rayedarên dewletê li hember vê bêdeng man. Ne 24 sal heke 24 salên din jî bi ser re derbas bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."