Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 1000’emîn bang kirin
Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya edaletê ya ji bo xizmên xwe yên winda di 25'ê Gulanê roja Şemiyê de dikeve hefteya 1000'emîn. Dayikan banga piştevaniyê kirin.
Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya edaletê ya ji bo xizmên xwe yên winda di 25'ê Gulanê roja Şemiyê de dikeve hefteya 1000'emîn. Dayikan banga piştevaniyê kirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan ji sala 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakî pêk tînin.
Xizmên windayan wê di 15’ê Gulanê de cara 1000’emîn bên ba hev û di vê çarçoveyê de tevahiya hefteyê wê rêze çalakî bên lidar xistin.
Dayikên Şemiyê li ser hesabên medya dîjîtal sepana online da destpêkirin û ji bo banga piştevaniya çalakiya hefteya 1000’emîn ev bang kir: “Tu jî di hefteya me ya 1000’emîn de cihê tu lê yî qerenfîlekê deyne Qada Galatasarayê.”