Dayikên Şemiyê, ji bo Abdulselam Şahîn li hev civiyan
Dayikên Şemiyê, bi daxwaza berpirs bên darezandin û aqûbeta windayan bipirsin cara 659’an li Galatasarayê li hev civiyan.
Dayikên Şemiyê, bi daxwaza berpirs bên darezandin û aqûbeta windayan bipirsin cara 659’an li Galatasarayê li hev civiyan.
Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li kû ne" di hefteya 659’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û bi wêneyên xizmên xwe yên di destê wan û pankartên vekirî de kom bûn. Dayikan pankarta “Berpirs diyar in, winda li kû ne" danîn û li ser pankartê çarikên spî, qurnefil û wêneyên xizmên xwe danîn. Dîsa dowîzên ku daxwazen xwe tînin ziman rakirin. Parlamentera HDP'êya Stenbolê Pervîn Bûldan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên cuda tevlî çalakiyê bûn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Abdulselam Şahîn ê 24 sal berê li Geverê hat revandin û windakirin pirsîn.
TANRIKÛLÛ: EW BI XWE TERORÎST IN
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tarikûlû, helwesta dozgerê komarê yê Amedê ku Tahir Elçî wekî "terorîst" nîşan da şermezar kir û wiha got: "Dozger ji bo Elçî gotiye ‘cenazeyê terorîst'. Yên ji wîre dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in. Yên di CNN Turk’ê de ew kirin hedef bi xwe qatîl in. Em qatîlan nas dikin. Heta ku em hesap ji wan bipirsin em dê li qadan bin."
BÛLDAN: TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
Pervîn Bûldan jî diyar kir ku 22 sal in li Qada Galatasarayê li edaletê digerin û wiha got: "Mirov nikare ji kesên wîcdanê wan ker, kor bûbe edaletê bixwaze. Em li welatî ji bo kesên hatin windakirin dibêjin "terorist" dijîn. Yên Kurdan qetil dikin û ji wan re dibêjin terorîst bila qet ji bîr nekin. Yên hatin qatilkirin tev parazvanên aştiyê ne. Yen vî welatî bi rê ve dibin sûcê mirovahiyê dikin. Divê dest ji vi sûcî berdin. Yên tecrîdê dimeşînin sûcî mirovahiyê dikin. Heta ku edalet pêk bê û hesap ji kujeran bê pirsîn em wê çalakiyên xwe yên li vê qadê berdewam bikin.
‘EM WÊ RUYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ RONÎ BIKIN'
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak, jî diyar kir ku di derbarê dosyaya Mûrat Yıldız ê hat windakirin de doza gaîp hatiye vekirin û wiha got: "Dewlet heman tiştî dike. Lê heta em bigêjin heskiriyên xwe em wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em wê hemû qirêjiyên dewletê ronî bikin"
‘EM WÊ KOMKUJIYAN TECÎR BIKIN'
Îrfan Bîlgin jî anî ziman her hefte li Qada Galatasarayê û êdî tiştekî bînin ziman tune û wiha got: "Em tenê dixwazin kujerên windayan bên darizandin. Em dê her dem yên komkujî pêk anîn teşîr bikin."
Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî çîroka Abdulselam Şahîn ê di 27'ê Mijdara 1993'an de hat windakirin xwend û wiha got: "Abdulselam Şahîn ê 43 salî ku bavê 6 zarokan bû di 27'ê mijdara 93'an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin.
Şahin li Geverê 9 salan melayê cemaweriyê kir. Dema hat binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Geverê. Piştî îfadeya wî girtin berdan. Piştre tevî malbata xwe kocî gundê Mune kirin. Di 27'ê Mijdara 1993'an de dema ji Geverê diçû Gundê xwe ji li maşîna Toyota ya A.O. suyar bû. Piştre êdî agahî ji Şahîn heta girtin.
Yolerî destnîşan kir ku der barê Şanîn de lêpirsînek çalak nehatiye meşandin û wiha got: Di sala 2012'an de dosya birin DMME'yê. Di 14'ê ÎLona 2017'an de dos ji aliyê yek dadgerî ve hat dîtin. Malbata Şahîn 24 sal in di nava nediyariyekê de dijî. Edaletê dixwazin û dixwazin ev bi encam bibe."
NAMEYA KURÊ WÎ
Kurê Abdulselam Şahin Ferdi Şahin jî nameyek nivîsand. Name ji aliyê Taylan Bekin ve hat xwendin. Şahin wiha got: "Dema bavê min hat windakirin ez 5 salî bûm. Soz dabû min. Gotibû eger tu bêdeng be ez wê çend saet şûnde vegerim. Wê ez jî bixwe re biribûma. Lê ez bêdeng bi rojan li benda bavê xwe mam. Min digot ‘Dayê ka bavê min ne hat’ Tevî ku bavê min gotibû ez wê çend saetan bêm lê nehat. Ez bavê xwe û windayan qet ji bîr nakim."