Dayikên Şemiyê: Ev meydan wê we mehkûm bike!

Dayikên Şemiyê bi dirûşma ‘kujer diyar in, nebedî li kû ne?’ çalakiya xwe domand, vê heftiyê jî hestiyên Mîkaîl Kirbayir xwestin, ku beriya bi 37 salan hatibû nebedîkirin. Her wiha êrîşa nîjatperest a li ser cenazeyê Hatûn Tûglûk jî hate şermezarkirin.

Dayikên Şemiyê di heftiya 651’an de bi dirûşma ‘kujer diyar in nebedî li kû ne?’’ li rewşa nebedîyan pirsî. Di çalakiya vê heftiyê de Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrîkulu, parêzvanên mafê mirovan û xizmên nebediyan hebûn.

 ‘EV WIJDAN WÊ WE MEHKUM BIKE’

Wekîlê CHP’ê Tanrikulu got nebedîkirina Cemîl Kirbayir travmaya herî giran a civakê ye. Tanrikulu got dema ku Serokkomarê Tirk Erdgoan serokwezîr bû soz daya dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir ku ew ê kujeran bibîne û got: ‘’Dayika me Berfo ji nav me çû lê Erdogan li ser soza xwe nema. Niha jî berdestên wî ketine wî derî bê ka çawa li DMME’yê wê dosyayê bixin. Belê li wir hûn dikarin dosyayê bixin lê ji wijdana civakê hûn nikarin bixin. Ev meydana wijdanê ya Tirkiyê wê, we mehkûm bike.’’

Xwîşka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî got ev 37 sal in malbat li hestiyên zarokên xwe digerin û got, ‘’Dayika Berfo bêyî ku hestiyên Cemîl hembêz bike çû. Ev dewlet mirovên xwe dikuje û bê gor dihêle. Em bang li vê dewletê dikin ku vî welatî dibine kaosê: Bes e! Êdî em nema dikarin ragirin. Mirovên me yên ku we nebedî kirine bidin, cihê nebediyên me şanî me bidin, kujeran bibînin.’’

 ‘EV ÇAWA MISILMANÎ YE?’

Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî li ser êrîşa li ser cenazeyê Hatûn Tûglûk, dayika Aysel Tûglûk, Alîkara Hevseroka HDP’ê helwest nîşan da û got: ‘’Êrîşa li ser cenaze nîşan dide ku hişmendiya 12’ê Îlonê hê sax e. Hatûn Tûglûk welatiyeke vî welatî ye. Ka dadmendî yek bû, ka welat yek bû..Heqê Hatûn Tuglûk di her bihosta vê xakê de heye. Ev çawa misilamanî ye? Ev çawa biratî ye?’’

ÇÎROKA KIRBAYIR

Piştî Kirbayir Lîstikvan Nûr Surer daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend. Surer bibîrxist ku piştî 12’ê Îlonê rojekê di 13’ê Îlona 1980’an de di serdegirtina mala Cemîl Kirbayir de hate binçavkirin û diyar kir ku li Enstîtûya Perwerdê ya Qersê îfadeya wî hate girtin. Surer destnîşan kir ku ji wê rojê û pêve ji Cemîl Kirbayir agahî nehatiye standin.

Surer qala rapora ku di sala 2011’an de ji aliyê  Komîsyoan Mafê Mirovan a TBBM’ê ve hatî amadekirin kir û wiha got; “Di raporê de nasnameyên leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên beşdarî sûçê windakirinê bûyîn bi awayekî vekirî cih girt. Komîsyonê hemû agahî û belge ji Dozgeriya Komarê ya Qersê re şand û gilî kir. Dozgeriya Komarê ev 6 sale têkildarî berpirsan de doz ne vekiriye.

Surer diyar kir ku li ser encam negirtina ji hiqûqa navxweyî, parêzera ÎHD’ê Eren Keskîn doz bir AHÎM’ê û wiha domand;

“Hikûmetê di parastina îsal a rêkirî AHÎM’ê re diyarkiriye ku ‘Dayîk Berfo Kirbayir’ piştî serlêdana 26’ê Cotmeha 2011’an miriye, û warisên wê piştî mirina wê belge û agahiyek ku dozê berdewam bikin nîne û ji AÎHM’ê xwestiye ku darizandin ji lîsteya dozê were derxistin. Ji têkoşîna  Berfo Kirbayir ku temenê wê 105 sal bi dîtina kurê xwe Cemîl dayî guman tineye, wê zarok û neviyên wê vê têkoşînê bidomînin. Li aliyê din aqûbeta Cemîl Kirbayir zanîn mafekî civakiye û em ê jî şopdarê vê mafê xwe bin. Li cihê ku dayika Berfo lêgerîna faîlan a Cemîl Kirbayir hiştî, em ê jî bi rêya darêzê hesabê wê bipirsin û bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi awayekî bêdeng bi dawî bû.