Dayikên Şemiyê: Em ê serî li hember zextan netewînin

Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku li tevî Qada Galatasarayê li wan tê qedexekirin û dibe sedema destgîrkirinan jî wê dest jê bernedin û anîn ziman ku divê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qadê dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê dorpêç kirin û 14 parêzvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê destgîrkirin. 

Komîsyona Windayan a ÎHD’a Stenbolê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek kes tev li bûn. 

Endama Komîsyona Windayan Masîde Ocak axivî û destnîşan kir ku biryar û prensîbên Dadgeha Destûra Bingehîn tune tên hesibandin û bang li îktidarê kir ku li gorî biryarên dadgehê tevger bike. Ocak anî ziman ku bi destgîrkirina hevalên wan sûc tê kirin. 

Ocak di daxuyaniyê de îşaretî Feryal Çetîn ku xizmê wê Îbrahîm Çelîk ji aliyê Hîzbûllahê ve hatibû kuştin kir û got: “Bi salane Feryal Çelîk ji bo gora xizmê xwe yê winda bibîne têdikoşe. Hê ev didome lê endamên Hîzbullahê ketin Meclisê.”

Ayten Morsumbul a xizmê winda jî da zanîn ku lêgerîna li windayan ne sûc e û got: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. Bila hevalên me bên berdan.”